Zozan Çewlik: Dem ne dema bendemayinê ye, dema xwedîderketina li berxwedana gerîla ye

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 1'ê Hezîranê silav kir û got, "Di vê pêvajoyê de divê kes bendemayinê tercîh neke, pêwîste xwedî li berxwedana gerîla derkeve."

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlik bi wesîleya salvegera 17'an a Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Fermandara YJA-Starê Zozan Çewlik tevahiyê şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Ez 17’emîn salvegera pêngava 1'ê Hezîranê di serî de li Rêber APO, gelê Kurd, tevahiya mirovahiyê, dîsa li tevahiyê fermandar, şervan û milîtanên azadiyê pîroz dikim. Di şexsê şehîdên pêngava 1’ê Hezîranê de ez tevahiya şehîdên şoreşê bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ew demekê dirêj e, dîlên azadiyê berxwedanî û çalakiyên girîng dimeşînin. Dîsa ez dîlên azadiyê ku di dîroka partiya me de her daîm rola xwe leyistine silav dikim."

'PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ NÊZÎKATIYÊN KOMPLOGERÎ PÛÇ KIR'

Fermandara YJA-Starê  Çewlik wiha destpê axaftina xwe kir: "Weke ku tê zanîn, di sala 1999’an de komployekê navneteweyî bi pêşengtiya hêzên emperyalîst hatibû plankirin û li ser vê esasê Rêber APO hat dîl girtin. Armanca komployê ev bû ku di şexsê Rêber APO de PKK, gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd were têkbirin û tasfiyekirin. Rêber APO kiryarên hêzên emperyalîst dît û xwest vê komployê pûç bike. Di heman demê de Rêber APO dijwariya siyaseta dewleta Tirk a faşîst, qirker û ya înkar û îmhayê li ser gelê Kurd dît û xwest li ser vê esasê pirsgirêka gelê Kurd bi rêbazeke hê cûdatir, ango rêbaza siyasî çareser bike. Di vê maneyê de Rêber APO ji bo çareseriyê gavên girîng avêtin û guhertinên bingehîn di pêvajoya Îmraliyê de esas girt. Dewleta Tirk rûxmî vê yekê rêya çareseriyê nepejirand û êrîşên xwe li ser gelê Kurd hê dijwartir berdewam kir.

Ji salên 1999’an heya 2004'an hewldanên Rêber APO her li ser esasê çareseriyekê siyasî bûn û agirbestekê yekalî ji raya giştî re ragihand. Nêzîkatiyên dewleta Tirk ne bi vî rengî bûn. Wan rasterast siyaseta xwe ya îmha û înkarê didomandin û digotin 'Ji xwe PKK qediya ye'. AKP jî di vê pêvajoyê de bingeha xwe da rûniştandin. Hewldanên Rêber APO bi paradîgma û verguhertinan dewam dikirin. Di encam de pêngava 1’ê Hezîranê siyaseta dewletê derxist holê û bi şêwazekê şênber ev yekê deşîfre kir. 

Pêngava 1’ê Hezîranê li ser bingeha guhertina paradigmayê û perspektîvên Rêber APO bi pêş ket. Bi pêngavê re êdî stratejiya şerê parastina rewa li ser esasê parastina aktîf hat destpêkirin. Pêngava 1’ê Hezîranê di dîroka me de tê çi maneyê? Pêngava 1’ê Hezîranê nêzîkatiyên komplogeriyê pûç kir. Di milekî de komploya li ser Rêber APO dihat meşandin, di milekê de jî ji bo PKK’ê ji hûndir ve jî têk bibin, dewleta Tirkiyeyê bi rêbazên çetewarî û tasfiyekariyê hewl dida partiyê têk bibe. Ango ji derve û hûndir êrîşên dewletê hatin vala derxistin. Nêzîkatiyên çetewarî û tasfiyekariyê hewl didan bi felsefeya PKK’ê, ango bi nêzbûnên jiyana azad, exlaq û siyaseta PKK’ê bilêzin. Pêngava 1’ê Hezîranê li hember vê siyaseta ku hewl dida marjînalbûyîn, dûrketina ji xetê û qûtbuyîna hêviyê, daniye. Ev seknek bû."

'1’Ê HEZÎRANÊ HÊVIYEK AVA KIR'

Fermandara YJA-Starê Zozan Çewlik wiha pê de çû: "Li ser vê esasê pêngava 1’ê Hezîranê xwedî lê derketina xeta Rêber APO û nirxên giranbiha ku hatibûn qezençkirin bû, xwedî lê derketina neteweya demokratîk bû. Lewma em dikarin bibêjin, 1’ê Hezîranê bi ruhê Apogerî îsrar kirina di xeta PKK’ê û PAJK’ê bû. Ew pêvajo êdî dawî anîna agirbesta yekmilî bû. Di heman demê parastina aktîf xwedî lê derketin û pratîzekirina xeta şerê parastina rewa bû. 1’ê Hezîranê dihat maneya xwedî lê derketina pêngav û ruhê 15’ê Tebaxê bû. Çawa ku di dîroka me de 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd îfade dike, 1’ê Hezîranê jî ruhê vê yekê temsîl dike. Ew pêngav, bi avakirin û înşaya neteweya demokratîk dihat wateya xwedî derketina hebûnê .

Hê dema AKP’ê xwe di sala 2004’an de nû bi saz dikir, rêbazên xeter ku qirkirina gelê Kurd esas digirtin, dihatin dîtin. 1’ê Hezîranê di heman demê deşîfre kirina vê yekê bû. Li hemberê siyaseta dewletê hêvî qûtkirinê, 1’ê Hezîranê jî hêvî û mîrasên dîrokî temsîl dikir. Ew pêngav bi xwe re kombuyîn û hêviyek ava kir. Teyisandina vê jî li her çar perçeyên Kurdistanê û li tevahiyê cîhanê zû hatin dîtin.

Rola pêngava 1’ê Hezîranê ji bo gerdûnbûyîna PKK’ê ye, wisa rola pêşengtiya gelê Kurd ya ji bo tevahiyê gelên Rojhilata Navîn hilgirt ser milên xwe. Di roja me ya îro de PKK’ê bû nasnameyek, bû hêzek û ji bo tevahiyê mirovatiyê xeta sêyemîn temsîl dike. PKK’ê bûye hêviyek. Bi xeta Rêber APO him gelê Kurd, him jî tevahiyê gelên bindest bûn xwedî vîn û ew ji vir çavkaniya hêza xwe ya berxwedanê digrin. Li hember her cûre êrîşên desthilatdariyê xeta Rêber APO xeta gelan e, xeta bindestan e, xeta mirovahiyê û ya jiyana azad e."

'DEWLETA TIRK DI NAVA ALOZIYÊN CIDÎ DE YE'

Fermandara YJA-Starê  Çewlik di berdewamiya axaftina xwe de rewşa dewleta Tirk nirxand û got: "Ji ber ku PKK’ê weke xeta seyemîn xeteriyekê mezin ji bo pergalê ye, êşkenceyên ku li ser Rêber APO tên meşandin, gelek dijwar in. Dewleta Tirk dixwaze bi wan êşkenceyên cûr bi cûr Rêber APO bi komployekê nûjen rû bi rû bihêlin û tasfiye bikin. Pê re dixwazin têkoşîna azadiyê, berxwedaniya gelê Kurd, dîsa ya tevahiyê gelên Rojhilata Navîn û hemû tevgerên şoreşger, sosyalîst û demokratîk îmha bikin. Ji sala 2015’an şûndetir dewleta Tirk konsepta xwe ya îmha û înkarkirinê cardin nûjen kiriye. Di hêlekê de siyaseta AKP’ê xitimiye, pirsgirêkên navxweyî yek ji rojevên esasî ji bo wan îfade dike. Dewleta Tirk di nava kaos û aloziyeke cidî de ye.

Pêngava 1’ê Hezîranê li beramberê hemû êrîşên weke qirkirina fizîkî û ya çandî bi berdelan mohra xwe li dîrokê da. Di vê pêngavê de kêlî bi kêlî berdel hatin dayin. Divê were zanîn ku em îro li ser mîrasa 15’ê Tebaxê û bingeha pêngava 1’ê Hezîranê gihîştin merhaleya şerê gelê şoreşgerî. Îro jî em kêlî bi kêlî berdelên giranbiha didin, têkoşîna avakirina netewa demokratîk didin.  Ji bo ku em weke gelê Kurd jiyanekê azad di welatekê azad de bikaribin bijîn, divê em li ser bingeha perspektîfên Rêber APO xwedî li erkên xwe yên dîrokî derbikevin û rola xwe bilêzin.

Di sala 2021’an de dewleta Tirk konsepta xwe ya şer û ya siyaseta înkar û îmhayê cardin li ber çavan derbas kiriye. Dewleta Tirk bi taybet di pêvajoya salvagera komploya navnetewî de êrîşê Garê kir. Her wiha di şeva 23’yê Nîsanê de êrîşê qadên Metîna, Zap û Avaşînê kir. Weke din jî dewleta Tirk operasyonên xwe yên li bakûrê Kurdistanê, di qadên Parastina Medyayê û perçeyên din yên Kurdistanê berfireh kiriye.

Li hemberê van êrîşan ruhê 15’ê Tebaxê û 1’ê Hezîranê di şexsê Şoreş Bêşebaban de temsîla xwe dibîne. Di şexsê wan hevalan de bi ruhê Apogerî, bi mîlîtaniya demê, terzê fermandarî û gerîlatiya demê, bi hestên welatparêziyê û parastina nirxan de bersivekê dîrokî ji dagirkeran re tê dayîn. Cardin Dewleta Tirk dixwaze bi konsepta xwe ya şer di salên li pêşiya me de destkeftiyan ji bo xwe avabike û di şexsê PKK’ê de gelê Kurd tasfiye bike. Li beramberê vê di pêngavên şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de pêşengtiya berxwedanê bi şiklekê bêhempa tê kirin."

'DEM DEMA BERSIVDAYÎNA KÊLIYÊ YE'

Fermandara YJA-Starê Zozan Çewlik nirxandinên xwe wiha bidawî kir: ‘’Divê em weke gerîlayên azadiya Kurdistanê, her wiha jî tevahiyê gelê Kurd, jin, ciwan û her weke din tevgerên dost baş bizanibin ku ew dem ne dema bangkirinê ye. Ev dem demekê wisa ye ku divê kesek bêdengmayînê tercîh neke. Divê xwedî derketina berxwedaniya gerîlayan ya li qadên Parastina Medyayê, li qûntarên Zagrosan û tevahiyê çiyayên Kurdistanê de tê meşandin, hebe. Bersivdayîna vê berxwedaniyê wê bi xwedî derketina vê rihê ve çê bibe, ew jî wê me bibe ber bi serkeftinê.

Em vê zanin ku berdel çi dibe bila bibe, hebûn û nasnameya gelê Kurd, dîsa hişmendiyek hatiye bidestxistin. Ev kêlî jî kêliyên xwedî lê derketina bi vê yekê ye. Lewra xwedî derketina li nirxên xwe, li dîroka xwe, xwedî derketina pêngava 1’ê Hezîranê bi rol leyistandina di kêliyê ve pêkan e. Rihê demê rihê Şoreşan, rihê Serhedan û rihê Nûjîna ye. Şehîdên me kêliyê de çalakbuyîn afirandin.

PKK’ê di tevahiyê şert û mercan de xwe parastiye, gelê xwe parastiye. Di roja me ya îro de jî, weke ku di dîroka me de her daîm çê buye, em wekê gelê Kurd bi êrîşên hovane weke qirkina çandî û fîzîkî rû bi rû mane.  Lê berovajiya dîrokê, îro em bi felsefe û paradîgma ya Rêber APO hêzekê ne. Emê jî weke hêzên YJA-Star û HPG berdelên ku ji bo serkeftinê tên xwestin bidin. Ne tenê berxwedanî, bi rihê serkeftinê emê erkên xwe yên dîrokî bînin cîh.

Li ser van esasan em cardin dibêjin, pêngava Dem Dema Azadiyê ye, pêngava biserxistina netewa demokratîk û bidawîanîna îşkenceyên li ser Rêber APO ye. Em bi wesîleya salvagera 1’ê Hezîranê tevahiyê Şehîdên şoreşê bibîr tînîn û dibêjin, ji bo têkbirina faşîzm û dagirkeriyê em ê xwedî li rola xwe ya têkoşeriyê derbikevin û azadiyê bidestbixin."