Zinar ê li dilan neqişî

Zinar bi bandora jiyan û sekna leheng û bi rûmet a gelê Amedê, bi dilsoziya bi gelê xwe û pêşengên gel tevlî nava refên gerîla bû.

Zinar sala 1983'an li navçeya Seyhan a Edeneyê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Piştî ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir tevlî karên ciwanan bû û êşa ku gelê wî dikişand bi rengekî vekirî dît. Vê yekê di kesayetiya wî de rê li ber wê yekê vekir ku bikeve nava nakokiyan û lêgerînê. Jiyan û sekna bi rûmet û leheng a gelê Amedê bandor li Zinar kir. Bi dilsoziya bi gelê xwe û pêşengên gel biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2003'an meha Cotmehê dest bi şoreşgeriya profesyonel kir.

Hevrêyê wî qala Zinar kir: "Her ku me ew didît bandor li me dikir. Di her gavê de em wî bi bîr tînin. Her hevrêyekî me di dilê me de cihê xwe heye. Ew ciwanên leheng ku ji nava el hatin û ji bo armancên mezin dest bi têkoşînê kirin.

Yek ji wan ciwanan jî Haci Meşe bû, bi navê xwe yê li nava me Zinar Çermîk. Emrê xwe yê ciwantiyê li Edeneyê derbas kir. Carna ji me re qala wan rojên zor û zehmet dikir. Li Îzmîrê jî li heman tiştî rast hat. Hevalê Zinar hevalekî wêrek, fedakar û karker bû."

Hevrêyê wî bi domdarî got, "Sala 2009'an hat herêma Şehîd Brûsk. Şehadeta hevalên Alî Berîtan, Sema û Rizgar wê demê bandoreke mezin li hevalê Zinar kiribû. Roj bi roj hêrsa wî ya li dijî dijmin zêde bû. Bi vî rengî xwe bi pêş ve bir.

Ji bo wî hejmara dijmin, mezinahiya hedefê û zehmetiya wê negirîng bû. Li firsendê digeriya ku li dijmin bixe."

Navenda Parastina Gel jî der barê Zinar de daxuyaniyeke wiha weşandibû: "Piştî ku demekê tevlî karên perwerde û pratîkê bû, sala 2006'an ji bo derbasî eyaleta Amedê bibe pêşniyar kir û tevlî komê bû. Zinar ku bi kesayetiya xwe ya durust, karker û rêzdar tevlî kar bû, li herêmên Bakur di pratîka xwe ya 4 salan de bi fedakariya xwe di nava hevrêyên xwe de derkete pêş.

Li dijî dijminê ku êrîşî hebûna gel û mafên dîrokî yên gel dike soz da ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşe. Hevrê Zinar armancên xwe bi gihîştina asta şehadetê li dîrokê nivîsand. Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin û ji bo me milîtanên HPG'ê wezîfe ye ku bibin şopdarên ên mîna wî."