Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî bomberdûmana 24’ê Tebaxa 2021’ê ya li ser warên sivîl ên herêmên Pêncewîn û Şarezûr da ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku çavgirtin û bêdengiya aliyên pêywendîdar ên hikumetên Herêma Kurdistan û Iraqê ya çendîn car li beramberî êrişên dijminane yên dewleta Tirk cihê pirs û fikarê ye.
Ehmed her wiha di peyama xwe de destnîşan kir ku bomberdûmankirina navçeyên sivîlan ne tenê zirarek mezin digihîne cotyar û gundiyan, metirsiyekî mezin li ser jiyana welatiyan çêdike. Şanaz Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku ev êriş di heman demê de binpêkirina serweriya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê ye, li dijî pîvanên cîrantî û qanûnên navdewletî û nirxên mirovahiyê tê.
Şanaz Îbrahîm Ehmed dîsa di beşek din a peyama xwe de dibêje, "Her tim baweriya min ev bûye, şkandin û binpêkirina yasa û zagonên navdewletî û destdirêjîkirina li ser xak û xelkê me ya ji aliyê artêşa Tirkiyê, ne ji bihêz bûna wan tê, belku ji bêdengî û bê helwestiya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê. Ev bêdengî rê vedikin roj bi roj êrişên xwe zêdetir bike û ti tiştî li berçav negire. Duh min dixwest çend rêzan binivîsim, lê bêdeng mam da ku bizanim bê ka gelo hêz û aliyekî siyasî wê dengê xwe derxîne yan na. Mixabin hemû bêdeng bûn û min jî baweriya xwe bi nêrîna xwe ya nayê guhertin anî!
Ez ê behsa bêhelwestî û bêdengiya berpirsên Herêmê nekim, ji ber ku dizanim guhê wan fêrî qêrîn û hewarên mezin û biçûk ên vî welatî bûye, pozê wan ji dûkela cihên petrolê û gundên Kurdistanê yên hatin şewitandin tije bûye û zimanê xwe ji ber berjewendiyên taybet û peymana 50 salî jê kirine."
Ehmed di dewama peyama xwe de balê dikişîne ser sosretbûna bêhelwestiya Bexdayê û dibêje, "Ya sosret bêhelwestiya rayedarên Bexdayê ye, di demekê de ku mijûlê navbeynkariya welatên bi nakok ên herêmê ne, lê ji bo çareserkirina wan hemû pirsgirêkên di navbera xwe û Tirkiyê de ti gavekê naavêjin!"
Şanaz Îbrahîm Ehmed peyama xwe bi van gotinan bi dawî dike, “Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê van êrişan şermezar bikin û rê nedin ku Herêma Kurdistanê bibe meydana safîkirina siyasetê çewt û nijadperest ên neyarên gelê me û hesab û kitêba pirsgirêkên herêmî. Divê berjewendiya bilind a gelê me bi rengekî kirdeyî li ser hemû berjewendiyên ferdî, siyasî, hizbî û aborî cih were dayîn, da ku êdî welatî û gundiyên vê herêma ku xêr ji xwe nedîtî berdêlê wê bidin. Ji ber ku her kes li hemberî vê xak û jiyana welatiyan xwedî berpirsiyareke dîrokî ye.”