Zilma KYK’ê ya li ser xwendekarê Wanê

Botan Koçak ê ku li Amedê bihabûna zêde protesto kir, bi îdiaya “Heqaret li xebatkar û xwendekaran kiriye” ji wergehê hat avêtin. Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ku bi vê yekê têr nebûn, bûrsên Koçak jî betal kir.

Zilma AKP'ê ya li ser Saziya Wargehan a Kredî û Hîndekariyê ya Bilind (KYK) dewam dike. Xwendekarên ku bihabûna KYK’ê protesto dikin, mafê perwerdehiyê ji destê wan tê girtin. Mînaka vê yekê ya dawî li Zanîngeha Dîcleyê pêk hat.

Xwendekarên ku bihabûna li wergeha KYK'ê protesto kirin, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û piştre hatin destgîrkirin. Zextên li ser xwendekarên ku der barê wan de doz hatin vekirin, bi vê yekê jî bi dawî nebû. Xwendekarê ji Wanê Botan Koçak ê li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Derûnnasiyê dixwîne, bi îdiaya ku li dijî bihabûna KYK'ê bi berzkirina dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" ji wergerha KYK'ê hat îxrackirin û bûrsa wî hat betalkirin. Koçak ku ji hemû mafên xwe yên perwerdehiyê bêpar mabû, neçar ma ku vegere Wanê.

MAFÊN PERWERDEYÊ HEMÛ JI DEST HAT GIRTIN

Sedema ji kar avêtina Koçak rastiya hiqûqa Tirkiyeyê radixîne ber çavan. Koçak bi îdiaya "heqaret li xebatkar û xwendekaran kiriye" ji wergehê hate derxistin. Di danezana ku ji aliyê rêveberiya wergehê ve ji Koçak re hatiye şandin de ev yek bi zelalî tê dîtin.

Koçak wiha qala tiştê ku jiyaye kir; piştî çalakiya protestoyî rêveberiya wergehê gazî wî kiriye parastina wî xwestine. Koçak diyar kir ku dema ku parastina xwe dikir, rêveberên wergehê heqaret û gef lê xwarine û wiha axivî, “Wan bi peyvên wek ‘xwînqirêj’ heqaret li min kirin. Pêşî ceza li min birîn. Paşê biryara derxistina min ji wergehê dan, bûrsên min betal kirin û hemû mafên min ên xwendinê ji destê min girtin. Min bi awayekî demokratîk bihabûna KYK'ê protesto kir, mafên xwendekaran parast, lê bi heqareta li hember xwendekaran têm sûcdarkirin. Ez û gelek hevalên wek min mexdûr bûne û ez niha nikarim bixwînim. Ez dixwazim her kes li hemberî vê neheqiyê hişyar be.”