Hevseroka PJAK'ê: Gava jinê serî rakir, rewabûna wê sîstemê namîne

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke hesabpirsîna ji sîstem û dewletê ye û got, "Di nava sîstemekê de dema jinê serî rakir, hingî rewabûna wê sîstemê namîne."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinê têne lidarxistin, ji ANF'ê re axivî.

Zîlan Vejîn bi bîr xist ku serhildanên li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin û got, "Ev çirûskek bû ji bo gelên Îranê. Bi taybetî di şexsê jineke Kurd de, di şexsê jinan de serhildanê destpê kir. Ev yek nîşan dide ku ne jin ne jî gelên Îranê bi temamî vê sîstemê qebûl nakin."

Zîlan Vejîn bal kişande ser girîngiya têkoşîna jinê ya di vê serdemê de û wiha got: "Têkoşîna jinan ne têkoşîneke heremî ye, têkoşînekî gerdûnî ye. Ev ruhê azadiyê bi sînorekî, bi beşekî, bi bajarekî ne sînordare, ruhekî ku di dilê her jinekê de, di mejiyê her jinekê de ye."

Li hember qirkirina jinan û gelan ji aliyê sîstema Îranê ve û siyaseta nijadperest û zayendîperest, Hevseroka PJAK'ê ev nirxandin kir:

"Gelê Kurd, gelên Îranê bi pêşengiya jinan hesab ji vê dewletê, sîstem û siyasetê dixwazin. Pêwîste em baş zanibin ku eger di sîstemekê de jinê serî rakir, siyaset û sîstema wê xiste bin lêpirsînê, hingî ti rewabûna wê sîstemê namîne."

Zîlan Vejîn işaret bi dirûşmên ku li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi zimanên cuda têne qîrîn û destnîşan kir ku ev dirûşm ne xweber e, encama têkoşîna 20 salan e.

Zîlan Vejîn got,"Helwesta ku ji bo azadiya jinan û demokratîkkirina Îranê hate nîşandan û bi gotina JIN JIYAN AZADÎ derkete pêş, xwedîderketina li fikir û felsefeya RÊBER APO ye."

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn, di encama xwepêşandanan de ji bo berdêlên ku hatî dayîn sersaxî ji gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwest û bang kir ku hemû şehîd bi merasîmên girseyî bêne veşartin.