Zîlan Vejîn: Eger gelên Îranê hefteyekê li ber xwe bide, wê rejîm biguhere

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn şerê li Kurdistanê, guherîn û veguherînên girîng û hilbijartinên dawî yên Serokkomariyê yên li Îranê nirxand. Zîlan Vejîn diayr kir ku asta guherîn û veguherîna fikrî û civakî ya gelên Îranê di wê astê de ye ku dikare pêşengiyê ji avakirina sîstema demokrasî û sosyalîzmê re bike û got, "Ji her demê bêhtir derfetên xelkê Îranê heye. Eger em karibin bi fikrê azadî, sosyalîzm û demokrasiyê sîstema xwe ya demokratîk û azad ava bike, hingî em ê karibin şoreşa azadiyê jî bi ser bixînin. Gelên li Îranê di serî de gelê me yê Kurd eger bi rengek hevpar têbikoşin, bi tecrûbeya xwe ya têkoşîna ji salan em ê teqez bi ser bikevin."

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bersiv da pirsên ajansa me.

Di pêvajoya heyî de bûyerên pir girîng li Kurdistan û herêmê rû didin. Hûn vê qonaxê çawa dinirxînin û li gorî we, ev pêvajo wê bi xwe re çi bîne?

Em di meha Hezîranê de ne û wek tê zanîn ev meh ji bo têkoşîna azadiya gelê me xwedî wate û ciheke taybet e. Di sala 1996’an Zeyneb Kinacî (Zîlan) li Dêrsîmê û di sala 2006’an de Letîfe Selamet (Zîlan Pepule) li Merîwanê gihîştine mertebeya şehadetê. Em di kesayeta van rêhevalên leheng ên jin de ku rûpeleke nû ya têkoşînê vekirin, hemû şehîdên azadiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Ev rastiya diyalektîka têkoşîna gelê Kurd bi taybet jî têkoşîna azadiya jinê ye ku her tim hev bandor dike, pêş dixîne û li beramberî desthilatdariya zilam û dagirkeriyê, xwe digihîne asteke hîna bilind û mezintir. Dikare were gotin du rêheval Zîlan di demên cuda û mekandên cuda de be jî,  bi yek ruh û di yek xeta îdeolojîk de gihîştin asta pêşengtiyê û têkoşînê. Ev ji bo me pir watedar û giranbuha ye. Her du rêheval jî di xeta Apoyî de milîtantiya heqîqetê îfade kirin. Divê ev jî were gotin ku Zîlan tê wateya xwedîderketin li îdeolojî, çemk û xeta Rêber Apo û çalakiya vê îfade dike. Niha jî wek sala 1996’an li ser Rêbertiya me komplo û lîstokên qirêj li jêr sîstema Îmraliyê tê domandin, di vê sîstema êşkenceyê de hêzên navneteweyî û herêmî cih digirin, Kurdên noker jî tevlî dikin. Ji bo wê divê em ruhê Zîlanan, ew ruhê berxwedêr û azadîxwaz hîna geştir bikin û ji bo şikandina tecrîd û qirkirinê bêtir têkoşîna xwe bi bandor û berfireh bidin meşandin. Ev hem bersiv ji bo bîranîna şehîdên leheng, hem jî pêwîstiya serxistina şoreşa azadiyê ye. 

Şereke demdirêj li Rojhilata Navîn didome, lê bêtir sîstema dîktator û ya otokratîk tê serdestkirin, ji bo ku pêşî li berxwedan û daxwazên azadiyê ya gelan bê girtin, pergaleke demokratîk û alternatîf neyê rûniştandin, alozî û qeyran têne kûrkirin. Civakên Rojhilata Navîn di vê demê de di pir aliyan de rûyên qirêj û wêranker ên desthilatdariyan dîtin û bi daxwaza demokrasî, sosyalîzm û wekhevîtiyê derketin holê. Hîna bêtir helwesteke radîkal û tûj raber kirin. Lê ji bo ev daxwaz nebin pergal û alternatîf, ji pir hêlan ve mudaxele hate kirin. Niha jî ev rewş didome. Ango çawa ku şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ji bo Rojhilata Navîn bû wêranî û qeyran, herwiha pergalên dij-civakê bêtir birêxistin kirin û li ser civakê sepandin, niha jî hêzên hegemon û sermayedariya cîhanî ya emperyal di wê hewldê de ye ku hêzên desthilat û mêtînger li ser civakê ferz bikin. Çawa ku şerên din ên cîhanê bi hilweşînerî û wendakirina Rojhilata Navîn encam bû, ji bo şerê cîhanê yê sêyemîn jî heman encamê bide, di nav her cure nêzîkatî û hewldana dij-mirovahiyê de ne. Rewşa li Suriyê, Lûbnan, Iraq, Tirkiye û Îranê mînaka vê ya herî diyar e. Di van welatan de nakokiyên bawerî, etnîkî û çînî kûr dikin, valatiyên polîtîk û rêveberiyê jî bi hêzên dîktator û muhafezekar dadigirin. Di nakokiya di navbera civak û sîstema serwer û herwiha nakokiyên di navbera van dewletan bi hev re, yê ku sûd digire bêguman hêzên derve yê navneteweyî ne. 

Di nav şerê herêmê de cih û rewşa Kurdistanê hûn çawa dinirxînin. Metirsiya şerekî navxweyî di rojevê de ye. Di vê barê de bangawazî û nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê birêz Murad Karayilan jî çêbûn, wek PJAK hûn vê rewşê çawa dinirxînin

Şerê li Rojhilata Navîn herî zêde li Kurdistanê gur dibe, hemû hêzên di nav vê pêvajoyê de ji bo Kurdistanê jî xwedî polîtîkayeke taybet in. Di van salan de pêşketinên tevgera Azadiyê û têkoşîna gelê Kurd destketiyên girîng bi xwe re anî. Ev destketî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan bi tevahî qezencên pir girîng bûn. Herî zêde jî hevgirtina Kurdan di têkoşînê de serdemeke nû ji bo gelan îfade kir. Li beramberî vê hêzên herêmî, cîhanî û bi taybet jî dagirkerên Kurdistanê ketin nav tevgerê ku van destketiyan tune bikin, pêşiya yekîtî û yekgirtina Kurdan û projeya demokratîkirina herêmê û yekîtîya gelan bigirin. Di vir de roleke berçav ji Tirkiyê re hatiye dayîn. Dewleta faşîst qirker ya Tirkiyê dixwaze sînorên Mîsaqî Millî zindî bike û dubare li herêmê bibe hêzeke serdest. Ev şer ne tenê li beramberî PKK’ê di esas de di kesayeta PKK’ê li dijî hemû gelên azadîxwaz û di serê wan de jî gelê Kurd tê meşandin. Di esas de ev şer di navbera hêza netew-dewletê ya ku ji hêla sîstema desthilatdar ya cîhanî ve tê xwedîkirin û hemû aliyên berxwedêr ên netewa demokratîk ku PKK û tevgera azadiyê pêşengtiya wê dike, tê meşandin. Ev şer li sêgoşeya Îran, Iraq û Tirkiyê asê bûye û zemînê êrîş û mudaxeleya ji bo Îranê jî zêde û amade dike. Pir hêz jî hene ku dixwazin ji vî şerî fayde bigirin.  

Li beramberî şerê li Kurdistanê gerîlayên azadiyê bi berxwedaniyeke birûmet û vîndar têdikoşin û şer dikin. Teknîkeke berfireh û rêbazên pir hovane û derveyî mirovahiyê li ser gerîla tê meşandin. Ji ber şer di navbera nirxên mirovahiyê ku gelê Kurdistanê wan diparêze û hêzên dagirker û dij-demokrasiyê tê meşandin, lewre xwedîderketin li gerîla û tevgera azadiyê erka herî sereke û bingehîn îfade dike. Divê were zanîn ku hebûna tevgera azadiyê tê wateya hebûna Kurdê/a azad û xwedî îrade û nasname. Ji ber vê sedemê metirsî li ser hemû hebûna Kurdan e. Jixwe di vî şerî de tu sînor û pîvan nehatiye hiştin. Êrîşê Rojava, Şengal, Mexmûr, gel, jinan, ciwanan tê kirin. Tirkiyeya dagirker êrîşê herêmên me, gerîlayên me jî dike, beriya çend rojan 2 rêhevalên me yên YRK’ê di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk ya faşîst hatin şehîdkirin. Qetilkirina Denîz Poyraz ku jineke siyasetmedar bû, asta qirkirin û xeteriya şerê heyî nîşan dide. Ev şer yekparçe û bitûnî li dijî gelê Kurd û nirxên vî gelî tê birêvebirin. Doza girtina HDP’ê di hêla dadgeha Tirkiyê jî parçeyek ji vê komkujî û şerî ye. 

Li Kurdistanê huqûqkeke derveyî exlaq û edaletê tê meşandin. Şerekî hovene û bêpîvan tê meşandin. Ji ber hêzên dagirker çi dixwazin dike biryar û didin sepandin. Lê Kurdistan êdî bêxwedî û hêza parastinê nîne, êdî wek sedsal berê nîne ku çi xwestin li ser Kurdan xistin meriyetê û kesê pêşiya wan negirt. Ev 40 sale muazem têkoşînek tê meşandin, tevger û hêzeke muazam ya parastinê heye. Ev hêzên dagirker pêwîste vê rastiyê êdî bibînin, qebûl bikin û ger qebûl nekin jî bi bersiva têkoşerên azadîxwaz re rûbirû dibin û wê têk biçin. 

Ger em wiha li vî şerê tund û dijwar binêrin, divê em gelê Kurd, tevger û rêxistinên Kurdî û azadîxwaz di hemû astê de aliyê xwe bidin diyarkirin ku dikare were gotin gelê me û aliyên azadîxwaz xwedî bertek û bersiv bûne. Lê di rewşeke wiha de, yê ku zemîn dide vî şerî, yê ku xwedî dike û hêz didê PDK ye û ev yek jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ya ku di vê demê de bi Kurdan dide wendakirin neyekbûn û parçebûn e. Bi ser de jî rewşeke ku PDK niha di nav de ye ne tenê parçebûn e, herwiha dîjîtiya destkeftiya gelê Kurd dike. Ev siyaset bi gelê Kurd dide wendakirin. Li ser gelê Kurd dagirkerî û zilimeke pir giran tê kirin, li beramberî vê berxwe nedayîn, welat û axa xwe neparastin, têkoşîn nekirin zilma herî mezin e ku gelê Kurd li xwe bike. Derî li dagirkeriyê vekirin zilma herî mezin li xwe ye. Ji ber vê ev şerê rûmet û azadiyê, şer hebûna azad e. 

Raste! Li beramberî îhtîmala şerê navxweyî bangewaziya rêveberiya PKK’ê çêbû. Rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, çalakvanên siyasî û civakî helwesta xwe ango aliyê xwe pir eşkere diyar kirin û xwestin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe. Ev yekemîn pêngav bû, girîng bû. PKK eşkere danî holê ku şerê navxweyî nake û naxwaze. Lê divê gel û ev aliyên welatparêz israr bikin û vê ferz bikin ku PDK jî helwesta xwe ya ku dê şerê birakujî neke, raber bike. Hin alî jî hene ku diyar dikin “Em tevlî şerê birakujî nabin”, ev helwesteke zelal nîne. Divê li beramberî şerê birakujî û aliyê ku vî şerî pêş dixîne helwest hebe. Em wek PJAK, ne tenê li dijî şerê birakujî ne, herwiha li beramberî yên vî şerî bike jî helwesta xwe eşkere datînin holê. 

Li beramberî vê yekê Rojhilatê Kurdistanê xwedî çi helwestê ye?

Wek hemû beşên din ên Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê jî ciwanên leheng tevlî nava refên tevgera azadiyê dibin. Di şerê dawî yê dagirkeriya Tirkiyê de jî şehadetên giranbuha yên Rojhilat jî çêbûn. Ji Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtî rêheval fermandar Hewram Rojhilat, Egîd Îlam, Dîlan Maku, Erdal Urmiye li beramberî vê dagirkeriyê şer kirin û gihîştin şehadetê. Ev raberkirina helwesta Rojhilatê Kurdistanê li dijî şerê faşîzma Tirkiyê ye. Di vê qonaxê de li beramberî nêzîkatî û siyasetên ku hevkarî û hevalbendiya dagirkeriyê dikin, bersiva ku divê were nîşandayîn ev e. Gelê Rojhilat jî bi berdêldayîn zarokên xwe yên herî qehreman helwesta xwe diyar kiriye. Malbatên şehîdan jî li Rojhilat ruxmî hemû zext û pêkutiyan, xwedî li şehîdên xwe derketin. Malbata Ş. Egîd û gelê Îlamê bi rastî pir bi heybet û bi rûmet xwedîtî kirin. Ev helwesteke di cih de û di esas de peyama gelê Rojhilat bû. Gelê me yê welatparêz û şoreşger yê Rojhilat jî vî şerî li dijî xwe dibîne, bi tu şêwazî qebûl nake û dê ji bo pêşiya dagirkeriyê were girtin û şerê birakujî rû nede, di her astê de têkoşîna xwe bilind bike. Ji xwe Rojhilat xwedî tecrûbeyên pir bi êş û tal ên şerê birkujî bûye, dê bi tu awayî qebûl neke ku di vê demê û piştî ewqas destkeftin û nirxan, dubare her tişt heba biçe û vala derkeve. 

Hilbijartinên li Îranê bi dawî bû, ev pêvajoya hilbijartinê çawa bû û dê encamên wê bi demdirêjî û demkin çi bandorekê bide kirin? 

Li Îranê piştî damezirandina Komara Îslamî, sîstema rêvebirin, huqûq û dariziyê li ser bingeheke otokratîk, teokratîk, zayendperest, nîjadperest, mezhebperest hatiye rûniştandin. Ji ber wê siyaset, qanûn, dad, aborî, dîplomasî û hwd. li gor vê rastiyê tê birêvebirin. Sîstema hilbijratina Îranê jî parçeyek vê ye. Berê tim bi hinceta tehdîtên derve û bi çêkirina senaryoya dijmin, gel dikişandin ser sendoqên dengdayînê. Diyar bû ku ev senaryo êdî encam nade û gel dê tevlî nebe. Ji 60 milyon dengdêran ji nîvê wê zêdetir hilbijartin baykot kirin. Dengên xwe bikar neanîn. Jixwe dihate zanîn ji namzetan dê Îbrahîm Reîsî were hilbijartin. Ji ber ev kes ji hêla saziya rêbertiyê (Elî Xameneyî) ve hatibû diyarkirin. Di sîstema rêveberiya Îranê de tim wiha bûye ku kesê ji hêla Xameneyî ve tê erêkirin, ew tê hilbijartin jî. Bi hilbijartina şeklî ya Reîsî re saziyên meclîs, serokomarî û Vîlayetê Feqî rêveberî kete destê yek-destiya beşên muhafezekar.

Namzetên din yên Serokkomariyê ji ber dizanîn ku wê di vê pêşbirkê de bi ser nekevin û serokomar diyar bibû, pir bê îdea derketin pêşbirka hilbijartinê. Aliyê reformxwaz jî pir bi parçe û belav tevlî hilbijratinê bûn. Ango çi gelê Îranê, çi jî hin derdorên cuda yên di nav sîstemê de yên ne muhafezekar, dizanîn ku dê dawiya vê hilbijartinê çi be. Encam ji pêş ve hatibû diyarkirin. Civaka Îranê, ji karger heya mamoste, sendîkevan, jin û ciwan, jîngehparêz, mezheb û baweriyên cuda hemû pir yekgirtî, eşkere û vekirî helwesta xwe li dijî vê hilbijartina formalîte û şeklî nîşan dan. Gel jixwe ji vê rejîmê û polîtîkaya wê bêzar e, lewre hilbijartinên wê yên antîdemorkatîk ku ji tu cudahî û meylên siyasî yên cuda re rê nade, nerazîbûna xwe bi boykotê raber kir. 

Piştî hatina ser kar ya Îbrahîm Reyîsî, dê rewşa Îranê hîna xirabtir bibe. siyaseta Îranê ya hundir û derve li herêm û cîhanê hate meşandin têk çûye. Niha li ser Îranê bêtirî hezar ambargo tê meşandin. Ji bo rakirina vê ambargoyê neçare tewîzan bide. Pêvajoya tewîzdayînê li ber Îranê heye. Nexwe krîza aborî û siyasî dê girantir bibe. 
Di siyaseta navxweyî de jî, hatina Reyîsî li ser hukûmetê bi xwe re dê çi biguhere, ev elbet dê pêşerojê zelaltir bibe. Lê dîrok û karneya Îbrahîm Rîyîsî di 1367 (1988) pir xirab û kujer e. Ji ber wê tu hêvî û bendewarî ji Reîsî tune ye. Hukûmeta Ruhanî bi qasî 8 salan ewqas wede dane civakê, yek jî pêk nehat. Ji ber wê bendewariyên gel êdî ji serokkomaran nemaye. Pirsgirêka Îranê ya esas di sîstemê de ye, sîstemeke netew-dewlet ya antî demokratîk e. Ji bo pêkhatina daxwaz û pêwîstiyên civaka îro ya Îranê, divê guhertin bingehîn bibin. Qabûna Bingehîn û pergal demokratîk bibe. Êdî civak jî gihîştiye vê zanebûnê. 

Di çend salên dawiyê de bi rastî gelê Îranê têkoşîneke pir xurt meşand û bi neçûna ser sendoqên hilbijartinê û boykotê ev berçavtir nîşan da. Di esas de ji zext û pêkutiyên derve zêdetir, helwest û têkoşîna gelê Îranê rejîmê dixîne rewşeke zor û zehmetiyê. 

Li Rojhilatê Kurdistanê, hilbijartina çawa pêşwazî bû?

Kurd ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, çandî û bawerî rastê neheqî û bêdadî, herwiha zextên rejîmê tên. Herwiha gelên Ereb û Beluç jî di heman rewşê de ne. Ji mafên xwe bêpar in. tucar pergala hilbijartinê ji bo van beşên etnîkî vekirî nebûye. Lewre eleqe û baweriya van gelan bi hilbijartinan nehatiye û piranî boykot kirine. Li Rojhilat ji ber realîteya siyaseta ku tê meşandin û nêzîkatiya îdeolojîk ya pergalê, tu kes nikare li erkên xwe yên xwezayî bêyî ku bedelên giran bide, xwedî derkeve; ne welatparêz, ne mamoste, ne jîngehparêz, ne huqûqnas, ne têkoşera jin, ne rewşenbîr an jî hunermend nikare xwedî li erkên xwe derkeve. Ji ber ger hewldaneke piçûk bike jî wek tewanbarekê tê bidestgirtin û sizadayîn. Kê/kî li erka xwe yê civakî û wîjdanî xwedî derkeve wek ku li dijî pergalê derketiyê tê bidestgirtin. Civak û ferdên wê yan teslîm bibin û bêdeng bimînin, an jî werin kuştin û wendakirin. Atmosfer di Rojhilat û herêmên din ên wek Beluçistan û Ehwazê wiha bûye. Ruxmî vê jî gelê Kurd tim lîstok û planên dagirkeriya Îranê ferq kiriye, ruxmî hemû bê îmkanî û zextan jî xwedî li nirx, bawerî û nasnameyên xwe derketiye. Herî zêde jî jinên Kurd di sekna bi îrade de li pêş bûne. Pir caran jî bi eşkere û netirs têkoşînê kirine. Em di vê qonaxa hilbijartinê de bûne şahid ku gelê Rojhilat hilbijartin bi piranî boykot kir. Îran pêwîste peyam û bersiva gelê Rojhilat bibîne. Meşrûbûna hilbijartin, hukûmet û serokkomariyê di Kurdistanê de tune ye, rewabûna xwe wenda kiriye. Divê êdî rejîm vê rastiyê bibîne ku êdî ji hêla gel ve nayê qebûlkirin.

Perspektîfa we ji bo gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di warê têkoşînê de çiye? 

Sîstem jiberxwe ve naguherin, an jî tune nabin, bi têkoşînên civakê têne guhertin. Civak hefteyekê bênavber û topyekûn, hevgirtî çalekî bikin dê sîstemên herî mezin û xurt ên cîhanê hilweşînin. Lê ji ber têkoşînên heyî belav e, qut qut ne û komî nînin, ji ber wê encama hewce nadin. Li beramberî hilbijartinan li Ewrûpa û derveyî welat gelê me li ber balyozxaneyan têkoşîneke pir girîng meşandin. Lê ji ber li Îran, Rojhilat û derveyî welat bi hevgirtî û yek-dest nehate meşandin, tam encama tê xwestin nadin. şoreşê cîhanê di encama serhildanên girseyî û domdar pêk hatine. Îro jî ger em şoreşê û guhertina pergalê dixwazin pêwîste çalekî û berxwedan pir berfireh û yekgirtî be. Hefteyekê her kes kar bide rawestandin, hefteyekê herkes li derve be, serhildan bike, rejîm dê neçarê guhertinê bimîne. 

Jin di vê mijarê de pêşenga sereke ye. Di demê borî de ji girtîgehan heya hemû qadên jiyanê xwedî têkoşîn bû. Rastê zextan hat, lê bêdeng nemaye. Ji ber jin wek însan nayê dîtin, ji hemû mafên xwe bêpar dimîne. Ji ber wê sedemên jinê yên têkoşîn û serî rakirinê bêsînor in. Li Îranê her der û her tişt ku zayendperestî tê de bi kok e, dikare ji jinê re bibe meydana têkoşînê. Jixwe jinên Îranî wêrek û xwedî cesareteke mezin in. Îro jî bi heman cesaretê ji bo bigihîjin daxwazên xwe helwesteke xurt ya şoreşgerî divê raber bikin. Beşên din ên civakî jî wek ciwan, xwendekar, karker, kedkar, cotkar û hwd. pêwîste demokrasiyê wek mijareke jiyanî û lezgîn bibînin, divê bi radîkal li ber vê pergala desthilatdar bisekinin. 

Pêşketin û guhertina sosyolojîk û hizrî ya gelê Îranê di wê astê de ye ku ji sosyalîzm û pergala demokrasiyê re pêşengtî bike. Ji her demê bêtir îro gelên Îranê xwedî derfetin. Ger em bi ramana azadiyê, sosyalîzm û demokrasiyê, sîstema xwe ya azad û demokratîk pêş bixin, em dikarin li dijî desthilatdariyê şoreşa azadiyê biser bixin. Ger em gelên Îranî û di serî de jî gelê Kurd bi hevgirtî û yekîtî têbikoşin, bi tecrûbeya salan ya têkoşîna borî, em ê bikaribin serketinê misoger bikin.