Zîlan Tanya: Ji bo jiyaneke azad em ê têbikoşin

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya pîrozbahiya salvegera 15’ê Tebaxê de axivî û got, ‘’ ’Heta ku em bigihijin serkeftinê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Bi rihê 15’ê Tebaxê em soz didin gelê xwe ji bo jiyaneke azad em ê heta dawî tekoşîna xwe bilind bikin.”

Gerîlayên jin ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo salvegera 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastina Medyayê merasîmek li darxistin û pîrozbahî çêkirin.

Di merasîmê de hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya û ji fermandarên HPJ Feraşîn Selmas axaftin kirin. Zîlan Tanya û Feraşîn Selmas di destpêka axaftina xwe de 15’ê Tebax cejna vejînê li Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tekoşîna azadiyê û gelê Kurd pîrozkirin. Zîlan Tanya got, “Pêngava 15’ê Tebaxê li hember zîhniyeta dagirkeriyê pêngavek bû. Dagirkerî ji bo ku Kurdê azad ranebe, tekoşîn neke bi siyaseta qirkirinê tevdigeriya. Demeke wisa bû ku behsa Kurd û Kurdîtiyê nedihat kirin. Li kû derê Kurdek heba dihate tune kirin û qetil kirin. 15’ê Tebaxê li dijî wê zihniyetê wek pêngavek mûdaxaleyek bû. Di pêşengtiya fermandarê mezin rêheval Egît de tekoşîna jiyana azad, fikir û felsefeya Rêber Apo li her çar perçeyên Kurdistanê xwe bi cih kir. Pêl bi pêl tekoşîna xwe mezin kir û li her çar perçeyên Kurdistanê belav kir.”

‘ROJHILATÊ KURDISTANÊ BI RIHÊ 15’Ê TEBAXÊ TÊDIKOŞE’

Zîlan Tanya di berdewamiya axaftinên xwe de behsa tekoşîna li Rojhilatê Kurdistanê kir û wiha domand; “Li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya Îranê di dîrokê de heta niha tekoşînek mezin hatiye meşandin. Em ji Qazî Mihemedan bigirin heta Leşker Cûdiyan bi sedan şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê di nava vê tekoşînê de cih girtin. Rejîma dagirker ji bo ku toxumê azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji nûve şîn nebe siyaseta darvekirin, zindanîkirin, erîşên li ser civakê zêdekirinê di civakê de pêş xist. Lê i pêşengtiya şehîdên wekî Botan, Ferhat, Rizgar Zirne û rêheval Leşker Cudî li Rojhilat Kurdistanê de jî bi rihê 15’ê Tebaxê tekoşînek mezin hat meşandin. Îro ev têkoşîn ji Makoyê bigire heta Mêrîvan, Hewreman, Xorasan, Mahabat, Loristan û hwd. Her ku diçe mezintir dibe. ”

‘GELÊ ME NAYÊ XAPANDIN’

Tanya di berdewamiya axaftinên xwede bal kişand ser nokeriya ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê kirin û got, ‘’Rejîma Îranê dixwaze bi polîtîkaya, ‘kirmê darê’ ve gelê me li hevdû bide qirkirin û bi vî awayî Kurdan di nava xwede perçe bike. Dagirkerî dema ku ditengije, nekarî tekoşîna ku tê meşandin bitepisîne wê demê serî li rêbazên cuda dide. Dema ku dibînin tekoşîn xurt e wê serbikeve wê demê Kurdên noker dixin dewreyê de. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi riya rewşenbîrên hevkarî dikin an kesên alîgirê dewletê ve dixwazin tekoşîna gelê Kurd perçe bikin. Lê dagirkeriya rejîma Îranê bila bizanibe gelê me tu carî nayê van xepandinan û tu carî ji tekoşîna xwe gav paşde na avêje.”

Tanya di dawîya axaftinên xwe de got, ‘’Heta ku em bigihijin serkeftinê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Bi rihê 15’ê Tebaxê em soz didin gelê xwe ji bo jiyaneke azad em ê heta dawî tekoşîna xwe bilind bikin.”

‘JI BO TOLHILDANÊ TEVLÎ NAV GERÎLA BIBIN’

Ji Fermandarên HPJ Feraşîn Selmas jî di axaftinên xwe de bal kişand ser gUhertinên bi 15’ê Tebaxêve di nava civaka Rojhilatê Kurdistanêde çêbûne û wiha axivî: ‘’Jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bûye xwedî wê hêzê ku li dijî dagirkeriya Îranê tekoşînek mezin bide meşandin. Jin bi rihê 15’ê Tebaxê ve tevlî artêşa Rojhilatê Kurdistanê bûn. Him ji aliyê netewî de him ji aliyê nasname de, xwe nas kirin de guhertinên mezin çêbûn. Her wiha zanistiyek leşkerî, bîrdozî, civakî, siyasî bi jinên Rojhilat û Îranê re çêbû. Bi sedan şehîdên wê çêbûn. Di şexsê rêheval Kawenda de sembola fermandariyê derkete pêş.”

Selmas di dawiya axaftinên xwe de bang li jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got, “Jin pêwîste ji aliyê mejî de xwedî zanist be, xwe perwede bike û xwe rêxistin bike. Jin wê azadiya xwe bi destê xwe pêk bîne. Di oxira azadiyêde pir şehîdên me çêbûn. Ji bo ku em tola şehîdên xwe rakîn pêwîste em artêşbûyînê xurt bikin. Bangavaziya me ji bo jinên Rojhilat û Îranê, ji bo ku li dijî dagirkeriya Îranê şereke bingehîn bimeşînin, tola şehîdên xwe bigirin, bila hêza xwe bikin yêk û werin tevlî nava refên gerîlla bibin.”

Piştî axaftinan gerîllayan cejna vejînê bi dîlan, skêç û stranan ve bi coş pîroz kirin.