Zeynep Celaliyan ev du meh û nîv in di hicreyê de ye

Aktivîsta Kurd Zeynep Celaliyan ku rejîma Îranê girtiye, ji dawiya Hezîranê û wir ve li girtîgeha Kermanê di hicreya yek kesî de tê hiştin.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ji meha Hezîranê ve ji beşa karantînayê ya girtîgeha Weramîn veguhestibûn, hîn di hucreya yekkesî ya girtîgeha Kirman de ye.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Zeyneb Celaliyan di van rojên dawî de bi riya telefonê peywendî bi malbata re daniye û diyar kiriye ku di rewşek dijwar û di hucreyek yekkesî ya girtîgeha Kirman de dimîne.

Li gorî nûçeyê, Zeyneb Celaliyan di peywendiyê de ya bi telefonê, eşkere kiriye ku rayedarên girtîgehê, ragihandine ku eger lêçûna veguhestinê li ser xwe bigire, wê bibin girtîgeha bajarê Xoyê ya parêzgeha Urmiyê, lê hîn nehatiye veguherestin.

Ev di demekê de ye ku peywendiya telefonê ya Zeyneb Celaliyan hefteyekê carekê bi amadebûna du karmendên ewlehiyê pêk tê. Rê nayê dayîn bi zimanê Kurdî biaxive. Neçar dibe bi zimanê Farisî li gel bav û dayika xwe biaxive ku zehmet jê fam dikin.