Zekî Mihemed jiyana xwe ji dest da

Welatiyê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Mihemed Çelebî yê şeva bihorî li ber xwaringeha xwe ji aliyê endamên MÎT’ê hatibû gulebarankirin, îro li nexweşxaneya Silêmanî ku lê derman dibû, jiyana xwe ji dest da.

Li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Denîz, Zekî Mihemed Çelebî şeva borî  li ber xwargeha xwe ji aliyê MÎT’a Tirk û bi hevkariya PDK’ê  hatibû gulebarankirin.

Zekî Mihemed ku giran birîndar bibû, rakiribûn Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê. Lê tevî hemû hewildanan, jiyana xwe ji dest da.

Di van kêliyan de ji bo wergirtina cenaze, heval û kesûkarên Zekî Mihemed li ber derê nexweşxaneyê kombûne.