Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo paqijkirina rojavayê Reqayê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat destpêkirin, di roja 33. de ye.
QONAXA DESTPÊKÊ Û BEŞDARÊN PÊNGAVÊ
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, di 5'ê Mijdara 2016'an de dest bi qonaxa yekemîn a pêngavê kirin. Di vê pêngavê de Şervanên Şuheda El Raqqa, Ehrar El Raqqa, Suwar Til Ebyad, Liwa El Tehrîr, Ketîbet Eş-Şuheda El-Firat, Ceyş El Senadîd, Ketîbe Şehid El-Cimo, YPG/YPJ’yê cih girtin. Di pêngava yekemîn de, 40 gund û bi dehan gundikên di qadeke 700 kîlometreçargoşe de cih digirtin hatin rizgar kirin.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê jî di 10'ê Kanûna 2016’yan de dest pê kir. Di vê qonaxê de jî şervanên Nexbê, Teyyar El-Xed, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û Suwar El Raqqa jî cihê xwe girtin.
CIWAN Û EŞÎRÊN REQAYÊ JÎ TEVLÎ BÛN
Dîsa 500 ciwanên Raqayî yên ku di pêngava yekemîn de gundên wan hatibûne rizgarkirin û hezar û 600 ciwanên Raqayî ku hatibûne perwendekirin jî, di hamleyê de cihê xwe girtin. Bi vî awayî piraniya ciwanên ku tevlî hamleyê dibin ji Reqayê ne. Dîsa ciwanên eşîra Maxmuriyan, ku yek ji eşîrên herî mezin e, li rojavayê Raqqayê dijiyan û di encama polîtîkayên Rejima Baasê de di sala 1973’yan de koçberî herêma Cizîrê bibûn jî, di bin banê QSD’yê de tevlî vê operasyona rizgarkirina Raqqayê dibin.
Qonaxa duyemîn di 10’ê Kanûnê de li milê Qadiriyê û Kerdoşan ên girêdayî Tişrînê ne dest pê kir. Di roja 21’emîn a operasyonê de ango di 31’ê kanûnê de li başûrê Eyn Îsa, li Til Semen a girêdayî Raqayê ji 2 milên din jî operasyonê dest pê kir.
Milê Qadiriyê û Kerdoşan ê piştî demekê gihiştin hev û berê xwe dane gundên Caber û keleha dîrokî ya Caberê. Ev gundên ku li perava Çemê Feratê ne ligel 57 kîlometreçargoşe qad hatin rizgarkirin. Milê operasyonê yên Eyn Îsa jî di nava çend rojan de 34 kîlometreçargoşe rizgarkirin û darbeyên giran li çeteyan dan.
DOR LI 45 GUND Û 20 GUNDIKAN HATIYE GIRTIN
Milê operasyonê yên Qadiriyê herî dawî gundê Kermanco, milê Eyn Îsa jî gundê Hiwêj azad kirin û di 10’ê çile de gihiştin hev. Bi vî awayî 45 gund û 20 gundik jî ketin çemberê.
Li gel hemû êrîşên çeteyan û wesayitên bombebarkirî jî, şervanan pêşveçûna xwe domandin.
Li gorî agahiyên ji fermandarên QSD’yê hatin girtin, di pêngava duyemîn a hamleyê de, heya niha 2 hezar û 144 kîlometreçargoşe qad ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Di vê çarçoveyê de 133 gund, bi dehan gundik û gelek girên stratejîk hatin paqijkirin. Bi vî awayî bajarê Raqqa, ji milê bakûr û rojava ve weke nîvçemberekê kete çeperê.
BI SEDAN ÇETE HATIN KUŞTIN
Bi vê hemleya dawî re di navbera şervananên Xezeba Firatê û Reqayê de 28 kîlometre ma. Li gorî agahiyên çavkaniyên QSD’yê parve kirin, di encama pevçûn û bombebarana hewayî ya balefirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de 526 çete hatin kuştin, cenazeyên 99’an ketin destên şervanan. Her wiha 12 çeteyên DAIŞ’ê ji dîl hatine girtin. Şervanan, gelek cebilxane jî desteser kirin.