Zarokê Êzidî yê 16 salî li Kampa Holê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hatibû girtin. QSD'ê 26'ê Gulanê bi operasyonekê zarokê Êzidî ji DAÎŞ'ê rizgar kir.
Erdewan roja Pêncşemê bi alîkariya Mala Êzidiyan û Tevna Piştevaniya Jinê ya Êzidî radestî malbata wî ya li Şengalê hate kirin.
Endama Tevna Piştevaniya Jinên Êzidî Rîham Hesen got, "Hikumeta Iraqê hîn jî me ji nedîtî ve tê. Lê belê QSD a ku ji fermanê ve alîkariyê dide me, mirovên me bênavber ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar dike. Em spasiya QSD'ê dikin. Tevna Me, Mala Êzidiyan û QSD bi rengekî koordîneyî êsîran radestî malbatên wan dikin."