Zarokê Kurd ê ku dewleta Îranê êşkence lê kir, jiyana xwe ji dest da

Zarokê Kurd ê ku di serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ji aliyê dewleta Îranê ve hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin, di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên medya Îranê, Berzîn Hemze yê ji aliyê dewleta Îranê ve hate binçavkirin, di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku Berzîn Hemze yê 16 salî ku ji bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê bû, di dema serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû binçavkirin. Malbata Berzîn Hemze diyar kir ku beriya binçavkirinê ti nexweşiyeke kurê wan tune bû. Hate ragihandin ku Berzîn Hemze di dema binçavkirinê de ji ber êşkenceyê sê caran ji ser hişê xwe çû.

Li gorî agahiyan, Berzîn Hemze ji ber derbên di dema êşkenceyê xwar hate emeliyatkirin, lê di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.