Zarokê ku bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, Yûsûf Yucel ê 10 salî ku bi fîşeka leşkerên Tirk ên dagirker birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Di 7’ê Gulanê de li taxa Taxa Mewlana ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Yûsûf Yucel ê 10 salî ku li mala kalê xwe bû û ji bo şekir bigre çûbû metbexê, ji ber guleya li serê wî ket bi giranî birîndar bibû. Yûsûf Yucelê ku ji bo mudaxeleyê xizmên wî, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, piştre sewqî nexweşxaneyeke taybet a Rihayê hat kirin. Yûsûf Yucelê ku di beşa lênêrînê ya giran de dihat dermankirin, tevî hemû mudaxeleyan nehat xelaskirin. Yûsûf Yucel serê sibê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Midûriyeta Polîsan a Serêkaniyê û çapemeniya girêdayî hikûmeta AKP-MHP'ê diyar kirin ku Yûsûf Yucel "ji ber guleya westiyayî li serê wî ketiye" birîndar bûye, lê li gorî şahidên bûyerê Yûsûf Yucel ê 10 salî di encama gulebarana ji cama mitbaxê de ku di bin kontrola leşkerên Tirk de yê li herêma Serêkaniyê de ye jiyana xwe ji dest daye.

ZEXT Û GEF LI MALBATÊ XWARIN

Qeymeqam Abdullah Erîn û şaredarên AKP'yî çûn serdana malbata Yucel û gefa "Bila nebin amûra propagandaya reşkirina dewletê û vê mijarê bi gelek kesan re parve nekin." Li gorî agahiyên kesekî nêzî malbatê, qeymeqam, walî û serokên şaredariyê zext li malbatê kirine û malbat jî ti daxuyanî nedan.

Yûsûf Yucelê ku di 10 saliya xwe de hat qetilkirin, piştî otopsiye ya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê bê kirin, wê li goristana malbatê ya navçeya Serêkaniyê bê definkirin.