'Zarok bi destê mezinan tên tirsandin'

Psîkolog Şiyar Guldîken bal kişand ser bandora şer û mêtingeriya li Kurdistanê ya li ser zarokan û got, "Sedema tirsa zarokan a ji polîs û leşkeran, em mezin in."

Bandora mêtingeriya Tirk a li Kurdistanê di nava 40 salên dawî de zêde bû. Bi taybetî rêbazên şerê qirêj û taybet tevî ku bandor li gelê Kurd kir, bû sedem ku berxwedan xurt bibe. Liv û tevgera polîs û leşkeran li nava bajarên Kurdistanê, gera wesayitên şer li kolanan bandora herî giran li zarokan dike. Psîkolog Şiyar Guldîken li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Guldîken diyar kir ku li vê cografyayê polîs û leşker amûrê tirsandina zarokan e û destnîşan kir ku zarok heta mezin bibin bi vê bandorê mezin dibin.

MEZIN ZAROKAN DITIRSÎNE

Guldîken got, "Em bînin bîra xwe, zarokên ku digirî yan jî guhdarî nake, bi gotina 'binere ez ê bang li polîsan bikim' dihatin tirsandin. Ev yek bandorê li nava tevahiya civakê dike. Ev yek ji kiryarên dewletê cuda nîne. Mezin, dê û bav bi giranî tirsa xwe didin zarokan. Aliyekî cuda yê vê psîkolojiyê jî ew e ku yên diçin bajarên cuda yên Tirkiyeyê li wir leşker û polîsan nabînin, lê belê dema tên Riha yan jî Xarpêtê hingî leşker û polîsan dibînin, dibe pirsgirêkeke mezin. Lewma mirov hingî fêhm dike ku li cografyayeke cuda dijîn. Li gel bandora giran a li mezinan ev hemû di asteke metirsîdar de bandorê li zarokan dike."

ZIMANÊ SIYASETÊ BANDORÊ LI ZAROKAN DIKE

Guldîken diyar kir ku zarokên dibînin çi li malbata wan tê kirin, nikare li ser paşerojeke erênî bifikire û got, "Mirov hemû ji jidayikbûnê ve xwedî melekên başî û nebaşiyê ne. Kîjan bê xwedîkirin ew ê xurt bibe. Ji xwe polîtîkaya bêcezahiştinê jî ewqasî mezin bûye ku êdî zemînek ji neheqiyê re heye. Me mînaka dawî li Konyayê dît. Em zanin ku ev ji tundiyê, ji gotinên tundiyê cuda nîne. Zimanê siyasetê ewqasî nebaş e ku Serokkomar dikare rabe sixêfan li lîderên partiyên muxalefetê bike, bi kuştinê gefê lê bixwe. Dema ku yên li pêş çavên mirovan bi vî rengî bi nebaşî tevdigere, gelo dibe ku ev bandorê li zarokan neke? Dema ku tê dîtin nebaşî nayê cezakirin hingî nebaşî û tundî digihêje asteke metirsîdar."

BI LÎSTIKAN AMADEKARIYA JI BO ŞERÊ RASTEQÎN

Guldîken bal kişand ser lîstikên şer ên zarok pê dilîzin û got, "Welatek dema welatekî din dagir dike bi tank an jî topan naçe. Beriya dagir bike armanca xwe û mertên dagirkeriyê normal dike. Bi belavkirina lîstikên şer, xewn û xeyalên zarokan asîmîle dikin. Bala xwe bidin ser înternet cafeyan, zarok timî bi lîstikên şer dilîzin. Li malê tablet an jî kompûteran timî bi lîstikên tundiyê dilîzin. Destpêkê rewşa şer normal dikin. Piştre jî dema ku diçin dest bi şerê rastî dike, mirov bi xemsarî nêzîkî wan dibin. Lewma heta ku mezin xwe ji nebaşî û tundiyê venegirin nepêkane ku zarok xwe jê vegirin."