Zap bi navê Kurdistanê li ber xwe dide

Di kêliyên herî qirêj ên şer de jî Zap ber bi rûpelên dîrokeke esîl ve diçe. Zap ji bo parastina Kurdistanê, ji bo parastina destketî û nirxên bi rûmet ên gelê Kurd li ber xwe dide.

Dûyê spî bi ser qadên berxwedanê yên li Zapê dikeve. Ewr şahid e, tav şahid e, baran şahid e, çivîkên nobedar şahid in. Dûyê spî bi ser tunelên berxwedanê yên li Zapê dikeve. Ev dûyê ku li ezmanê Kurdistanê dibe ewr ne ji agirê gerîla ye ku li dorê govendê digerîne, ne jî ji agirê çaya gundiyekî ye ku li çiyê agir dadaye. Ev dûyê bi rengê spî û bêhneke tûj, ji çeka kîmyewî tê ku artêşa Tirk a faşîst dagirker li dijî gerîlayên ku hêviya gelê Kurd e bi kar tîne.

Kîmyasal. Ew çeka ku mirovan dişewitîne, cegera mirovan reş dike, canê mirovan dihelîne û tune dike. Ew gaza kîmyewî ku mirovan hêdî hêdî bêyî pê bihese dikuje, bi bêhna xwe ya tûj ji êşkenceyê jî xerabtir li bedena mirovan dike. Çeka kîmyewî; ku li tevahiya cîhanê hatiye qedexekirin, lê bikaranîna wê ya li dijî Kurdan rewa tê dîtin.

Li dijî hêzên parastinê yên gelê Kurdistanê gerîlayên YJA Star û HPG'ê her tim hate bikaranîn, lê belê di berxxwedana ku sala 2020'î bi Cenga Heftanînê destpê kir û li Avaşîn û Zapê dewam dike, hîn bêhtir tê bikaranîn. Ev çeka ku li tevahiya cîhanê qedexe ye û zû bi zû nayê bikaranîn, gelo bi navê parastina rejîma faşîst ji bo qetilkirina ewladên vî gelî rewa ye? Di rojên ku gel cejnê pîroz dikin, gelo rewa ye ku dûyê spî bi ser tunelên şer, li ser çeperên berxwedanê yên li Zapê bikeve? Gelo di kîjan ol, çand û qanûna şer de heye ku dema ji bo welatiyekî Ewropî yê tiliya xwe xwîn dibe qiyametê radikin, lê belê li pêşberî qetilkirina gerîla ya bi çekên kîmyewî bêdeng dimîne?

Ne tenê gerîla, ne tenê fermandarên gerîla divê em hemû li ber vê rabin û dakevin qadan. Her kesên ku xwe mirov dibîne û xwedî exlaq û wijdan pênase dike divê li hemberî dagirkeran xwedî hêrseke mezin be. Çawa ku Zap bi hêrs be, divê em jî li dijî vî mejiyê mêtinger bi hêrs bin û her derê bikin qada çalakiyê. Çima? Ji ber ku Zap ji bo her kesî tê wateya rûmetê.

Zap bi navê me hemûyan, bi navê her kesî û her tiştî li ber xwe dide. Di kêliyên herî qirêj ê şer de jî Zap ber bi rûpelên esîl ên dîrokê ve dimeşe. Zap bi navê wasiyetên lehengan li ber xwe dide ku beriya bi salan bi xwîna xwe ava kirin. Zap bi navê şervanên esîl ên Elî Pilingan li ber xwe dide ku mîmarê taktîkê yê HPG'ê bû. Bi navê parastina Kurdistanê, parastina gel û nirxên bi rûmet ên gelê Kurd li ber xwe dide. Li dijî artêşa dewleteke faşîst li ber xwe dide. Li dijî PDK a ku bi xiyanetê tevdigere, li ber xwe dide. Li ber xwe dide ji ber ku di sedsala 21'ê de tercîha li ser Kurdbûna bi rûmet, bi berxwedana li dijî PDK'ê dibe.

Vexwarina şîrê helal ê dayikeke bi rûmet, ferz dike ku azadî jê re bê dayin. Ji bo hilanîna tola Zendûra, Mamreşo, Werxelê û Tepê Sor berxwedan divê. Zap bi gotina 'sefer li Zapê dibe lê serketin nabe' li ber xwe dide. Zap ji bo parastina Kurdistanê li ber xwe dide.