Zanyar Muradî û Ramîn Hisên bang li raya giştî kirin

Zanyar Muradî û Ramîn Hisên Penahî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn bang li raya giştî kirin: "Em hêvîdarin ku çalakiyên parêzvanan bibine bingehê hişyarbûna raya giştî ya Îran û Kurdistanê li hemberî darvekirina siyasetmedarên li Kurdistanê."

Şevê din girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî û Ramîn Hisên Penahî nameyek hevbeş a vekirî li girtîgeha Recahî Şarî ya bajarê Kerec û girtîgeha navendî ya bajarê Sine, ji bo raya giştî belav kirin.

Herdu girtiyên siyasî Zanyar Murad û Ramîn Hisên Penahî di peyama xwe de wiha ragihandin; “Tinekirina fîzîkî û darvekirina mirovan yeke ji şêwazên herî kevin ên cezakirinê ku ji serdema kevin tê. Hikûmetên navendî yên dîroka Îranê ji destpêka şoreşa rewabûna Îranê (îhtimal hebû ku encama sîstemek demokratîk derkeve), darvekirin weke amêrek ji bo tinekirina kesayetên nerazî bikar tîne. Heya van demên dawiyê jî darvekirina Kurdek ji bo gelê Îranê bûyerek ne rewa nebûye. Ji ber ku Kurd timî ji aliyê dezgehên propagandayê yên hikûmeta Îranê ve, Kurd weke kesên serbûxwe û tundutûjî xwaz tên nîşandan.

Em weke du girtiyên siyasî yên cezayê darvekirinê xwarine, ne ku tenê li coxrafyek bi navê Kurdistanê, weke girtiyên siyasî ji bo Îraneke demokratîk têdikoşin. Em bang li parêzvanên mafê mirov dikin, li ser vî cezayê ne mirovane lêkolîn bikin, ji bo hikûmet nekare bi pişt dayîna dezgahên propagandaya xwe vê siyasetê berdewam bike."

Di dawiya peyamê de wiha jî hate gotin; "Hêvî dikin ku çalakiyên parêzvanan bibine bingehê hişyarbûna raya giştî ya Îran û Kurdistanê li hemberî darvekirina siyasetmedarên li Kurdistanê. Hêvî dikin di demek nêzîk de li Îranê dewletek giringî bide azadî û demokrasiyê ava bibe, mafên gelên Îranê biparêze."

Girtiyê siyasî yê Kurd Zanyar Muradî ji bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye. di sala 2009’ê de hatiye girtin û sala 2011’ê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Zanyar niha li Girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec tê ragirtin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Ramîn havîna par li bi birîndarî kete destê hêzên rejîma Îranê û bi mehan li Girtîgeha Îtlaatê hate êşkencekirin. Piştre şandin dadgehê û cezayê darvekirinê lê hate birîn.