Sorxwîn Zagros: Dagirkirina Başûr wê ne karekî hêsan be

Fermandara YJA STAR'ê Sorxwîn Zagros êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand.

Fermandara YJA STAR'ê Sorxwîn Zagros bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk û got, "Wê li her deverê berxwedana gerîla bê navber dewam bike."

Zagros got, "Artêşa Tirk hewl dide bi hemû derfetên xwe xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev dagirkerî, ev êrîş ne tenê li dijî gerîla ye. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixwaze li Başûrê Kurdistanê serwer be. Lê ji her demê bêhtir gerîla bi moral û kelecaneke mezin li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide. Xwe parastin mafê gerîla ye."

Zagros axaftina xwe wiha dewam kir: "Gerîla xwedî hunera şer û ezmûna bi salan e. Ev dagirkerî wê li Başûrê Kurdistanê pir bi hêsanî nebe. Gerîla wê mafê xwe yê parastinê bi kar bîne."

EM Ê GELÊ BAŞÛR BIPARÊZIN

Fermandara YJA STAR'ê Sorxwîn Zagros di dawiya axaftinê xwe de got, "Artêşa Tirk ne tenê herêma Qendîlê, dixwaze tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi van êrîşan tenê gerîla nake hedef. Tevahiya civaka Başûrê Kurdistanê dike hedef. Weke gerîlayên Kurdistanê, em ê hta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê gelê xwe û Başûrê Kurdistanê biparêzin."