Yûsûf Yucelê 9 salî yê ku ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat definkirin

Yûsûf Yucel yê 9 salî ku bi guleya ji Serêkaniya di bin kontrola artêşa Tirk û komên girêdayî wê de hatibû qetilkirin, hat definkirin.

Yûsûf Yucel yê 9 salî ku di 7’ê Gulanê de bi guleya ji Serêkaniya di bin kontrola artêşa Tirk û komên girêdayî wê de hatibû qetilkirin, hat definkirin.

Yûsûf Yûcel yê li Taxa Bariş a navçeya Serêkaniya Rihayê serdana mala bapîrê xwe ya çar sed mîtroyan ji sînor dûr kir, bi guleyekî ji serê xwe giran birîndar bû. Xizmên wî yên dîtin ku zarok birîndar bû, ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Piştî mudaxileya li vir lê hate kirin sewqî nexweşxaneyeke taybet a navenda Rihayê hate kirin. Yûsûf Yucel 3 roj bûn li vir dihat dermankirin.

Yûsûf Yucel li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Yûsûf Yucel morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê hat girtin û li Goristana Asrî ya li navçeya Serêkaniya Rihayê hate definkirin.