YRK: Em ê bi ruhê ciwanbûna Şehîd Leşker hêviyên gelê Kurd û ciwanan pêk bînin

YRK’ê di salvegera 3’emîn de gerîlayê xwe Leşker Dilbirîn ê ku li herêma Merîwanê di şerê bi hêzên rejîma Îranê de şehîd bûbû, bibîr anî.

Hêzên Yekîneyên parastina Rojhilatê Kurditanê (YRK) bi boneya 5’ê Tebaxa 2019’an 3’emîn salvegera şehadeta şehîd Leşker Dilbirîn daxuyaniyek da.

YRK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de îşare bi bûyera şehadeta hevrêyê xwe dike û dibêje: “Rejîma dagirker a Îranê yê komploger û dijî Kurd di 05.08.2019’an de careke din xwe nîşan da û gerîla û pêşengê partiya me hevrê Leşker Dilbirîn ku dema li nevçeya Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê mijûlê pêkanîna erkê xwe yê şoreşgerî bû, di encamê kemîn û şerê neyaran de heya fîşeka xwe ya dawî li berxwe dide de bi giranî birîndar dibe û şehîd dibe.”

YRK di beşek din a daxuyaniya xwe de cih dide gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî serbikevin’ û wiha pêde diçe: “Şehîd Leşker her tim bi ruhê ciwantî, coş û moraleke bilind di nav rêzên têkoşînê de cih girt. Wek kadro û pêşengek jêhatî rol û berpirsiyartiyên ser milê xwe bi cih dianî. Bi moraleke bilind a şoreşgerî û evîneke mezin ve ji bo ku erkê rizgariya welat û gel ya ku li ser milê wî bû pêk bîne, bera xwe dide Rojhilatê Kurdistanê. Ew perwerdeya ku di dibistanên Apoyî de girtibû, bi wê zanist û têgihîştinê bû ku dixwest têkoşînê di nava gel de berfireh û mezin bike. û ciwan û jinan ji nav gendelkariya ku rejîma Îranê bi siyaseteke qirêj birêve dibe rizgar bike. Bi cesareteke mezin ve bera xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û di nava gel de xebat û têkoşînê birêve dibe.”

Her wiha YRK’ê bal kişand ser kesayetî û sekna têkoşerî ya şehîd Leşker Dilbirîn û got: “Şehîd Leşker xwedî kesayetek dilnizm û fedayî bû. Ji ber wê di her qonaxa têkoşînê de bêyî dudilî di eniyên pêş ên têkoşînê de cih digirt. Di rastiyê de taybetmendiyên kesayetiya Apoyî di kesayetê xwe de avakiribû û ew taybetmendiyan tirs xistibû nav dilê neyarên azadî û demokrasiyê. Rastiya dijmin nas dike û ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve li hemberî dagirkeriyê weke leşkerekî xwedî sekn şer dike û têdikoşe. Ew perwerdeya ku dîtiye dixe meydana têkoşînê û ji bo pêşengî ji ciwanên Rojhilat re bike diçe Merîwanê û xebat û têkoşîn dike.”

YRK’ê diyar kir ku êrîşên qirkirinê didomin û wiha îşare bi berxwedana gerîlayan ya li Herêmên Parastinê yên Medya dike û got: “Ev berxwedaniya dîrokî ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriyê tê birêve dibin, berxwedanî û cesareteke nû daye gelê Kurd.”

Herî dawî YRK’ê 3’emîn salvegera şehadeta hevrê Leşker bibîr anî û ev pang kir: “Pêwîste ciwan bi ruhê têkoşîn û berxwedaniya hevrê Leşker tevlî Cenga Azadiyê ya li dijî konsepta qirkirina Kurdan bibin û xwedî li rêya şehîdên azadiyê derkevin û li dijî xeta xiyanetê tevlî xeta berxwedaniya gelê xwe bibin. Eve jî yekane rêya serketina gelê Kurd e ku dagirkerên Kurdistanê neçarî çokdanînê dike û xewn û xeyalên şehîdên me pêk tîne. Ji ber wê di 3’emîn salvegera şehadeta hevrê Leşker soza domandina têkoşînê dubare dikin û ji bo pêkanîna armanc û hêviya şehîdên me emê têkoşîna xwe ya rewa bilindtir bikin.”