Li Merîwanê gerîlayek şehîd bû

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku gerîlayekî wan li Merîwanê di şer de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, demeke hêzên rejîma Îranê tevî cerdevan û kontrayên xwe êrîşî hêzên wan dikin û hate gotin, "Tevî ku hêzên me naxwazin bikevin şer jî li hin deveran şer rû didin."

Navenda Çapemeniyê diyar kir, li Merîwanê komek ji gerîlayên wan 5'ê Tebaxê dema ku wezîfeya xwe pêk dianîn ketin kemîna hêzên rejîma Îranê û ragihand, "Li vir di navbera hêzên me û hêzên dijmin ên dagirker de şer derdikeve. Di şer de hevalên me bersiv dan dijmin û paşde vekişiyan. Di şer de hevalê me Leşker Dilbirîn, heta fîşeka xwe ya dawî bi qehremanî şer kir û şehîd bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyê me Leşker Dilbirîn, di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên gerîla dibe û di demeke kurt de dibe gerîlayekî pêşeng. Bi tevlîbûn, fedakarî, cidiyet û morala xwe, xwe di gerîlatiya serdema nû de di demekî kurt de pêş dixe. Di gerîlatiya nû de sekn û înada hevrê Leşker Dilbirîn, bi taybet di pêvajoyeke wisa de ku dijmin bi her awayî dixwaze nirx û destketiyên gelê Kurd tune bike, ji me re bûye mînaka berxwedaniyê. Em baş dizanin ku gelê me yê welatparêz, wê xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê ew ê şopdarên şehîdên xwe bin. Em di serî de ji malbatê şehîd Leşker Dilbirîn û ji hemû gelê me yê welatparêz sersaxî dixwazin û soza tolhildan û têkoşîna wî bilindkirinê didin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê şehîd de wiha ye:

Nasnav: Leşker Dilbirîn

Nav paşnav: Peyman Ceferî

Navê dayikê: Soheyla

Navê bav: Celal

Cihê jidayikbûnê: Seqiz

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tebaxê / Merîwan