Di bombardûmana Îsraîlê de Kurdekî jiyana xwe ji dest da
Di bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê de Xidir Ehmed ê ku weke Ebû Hîsam jî tê naskirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî hîn nehatiye dîtin.
Di bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê de Xidir Ehmed ê ku weke Ebû Hîsam jî tê naskirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî hîn nehatiye dîtin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin. Li gorî agahiyan, di encama êrîşên hewayî de Kurdê bi navê Xidir Ehmed ku weke Ebû Hîsam jî tê naskirin jiyana xwe ji dest da.
Xidir Ehmed ê ji Qamişloyê zêdeyî 20 salan li Lubnanê dima. Hate ragihandin ku di encama bombardûmana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hînê nehatiye dîtin.