ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" bi nêzîkbûna salvegera pêngavê re bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên navbera 1-10'ê Cotmehê bibin.

Şehîd Hacî ku li dijî zilma rejîmê tevlî nava refên PKK'ê bû, sala 1995'an ji aliyê PDK'ê ve li Metînayê şehîd hate xistin. Kekê wî Mihemed Ehmed got, "Divê gelê Kurd dest bide hev û li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rabe."

Hejmara 235'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Bi tezên azadiyê ber bi asoyên nû ve' hate weşandin.