YRK: Em ê têkoşîna xwe bi domdarî birêve bibin -NÛ BÛ

Fermandariya YRK'ê têkilî êrişên hewayî yên dewleta Tirk ku 24’ê Tebaxê li ser herêma Pêncewîn û Şarbajêr pêk anî bû daxuyaniyek da û got, “Dijminê ku li beramberî gerîla têk çûye, dixwaze tola xwe ji gelê me yê welatparêz bigire.”

Di derbarê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a li ser qadên Pêncewîn û Şarbajêr ên girêdayî parêzgeha Silêmanî ku gelek zirar bi bax û baxçeyên şêniyên herêmê ketibû de, Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker, di van mehên dawî de êrîşên xwe li ser tevgera azadiyê  zêde kirine, her çi qas weke hêcet Tevgera Apocî nîşan bide jî,  lê di esasê de êrîşê xwe li ser çar perçeyên Kurdistanê, li beramberî gelê Kurd birêve dibe; li ber çavên dinyayê, êrîşê li ser Şengalê û Rojava kir. Her wiha êrîşên xwe yên dagirkirina Başûr bêsînor birêve dibe. 

Di vê meha Tebaxê de li qada Asosê bi dehan car gera balafirên keşfê û her wiha balafirên şer çêbûye, dîsa li qada Pêncewînê ji 10’ê Tebaxê wêdetir bênavber li ser qadê gera balafirên keşfê berdewam kiriye. 24’ê Tebaxa 2021’an seat 3:00’ê ber bi şeveqê balafirên keşfê li ser qada Pêncewînê geriyaye, 6:30 heta 7:30’an balafirên şer bênavber gelek qadên Pêncewînê ku tê de çandinî tê kirin û gund hene, bêserûber bombebaran kiriye. Di encama vê bombebaranê de tu wendahiyên me nîn e. Nûçeyên ku dewleta faşîst a Tirk belav kiriye û gotiye, ne rast in. Di vê êrîşê de tiştek li hêzên me nehatiye. Zirarên madî yên gelê me yê Pêncewîn pir zêde çêbûne. Jixwe bi zanebûn êrîşê xwe li ser dijminatiya Kurd birêve dibin. Dijminê ku li beramberî gel têk çûye, dixwaze tola xwe ji gelê me yê welatparêz bigire, lewma gelek zevî û baxçeyên gelê me hedef girtiye û di encam de wendahiyên madî çêbûne. Dewleta Tirk a faşîst îdîa dike ku wan li cihên hêzên me daye, lê belê weke ku herkesê di dîmen û resman de dîtiye, tenê bax, bostan û araziyên gelê me hatine hedefkirin û ev jî îspat dike ku dewleta faşîst dijminatiya xwe li ser gelê me di çi astê de birêve dibe. Bi taybet hem li Şarbajar hem jî li Pêncewînê gel ji vê gera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a faşîst nerehet e û  bi tu awayî vê rewşê qebûl nake, gelê me jî baş dizane ku ev dewleta faşîst dixwaze tirs û xof ava bike da ku şêniyên herêmê dev ji axa xwe berdin. Bi taybet ji gelê me yê Başûr dixwazin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û helwestên xwe nîşan bidin û bizanin ku îro ev dewletên dagirker dixwazin hemû destketiyên gelê Kurd ji nav bibe û Kurdistanê dagir bike. 

Mijareke din jî bi taybet hevpeymaniya di navbera hêzên dagirkeriya Kurdistanê hatiye çêkirin e, beriya êrîşa li ser Şengal, Pêncewîn û Silêmanî pêk bê Kazimî bi rêya telefonê bi serokkomarê dewleta dagirker a Îranê Îbrahîm Reîsî û serokkomarê dewleta dagirker a Tirkiyê Erdogan re hevdîtin pêk anî û ev êrîş çêbûn. Ev êrîş û hevdîtin çêbûne, em manîdar dibînin. 

Em weke hêzên Rojhilatên Kurdistanê, hêzên dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe li ser me çêdibe. Meseleya dewleta faşîst ne tenê Bakur û PKK ye, hedefê xwe giştî gelê Kurd e, êrîşa herî dawî li ser Pêncewînê careke din ev îspat kir û li ku derê cîhanê Kurd hebe û bixwaze bi mafê xwe bijî, ev dewleta faşîst a Tirk dijatiyeke bêsînor dike. Êrîşên niha tên meşandin jî li ser vî esasî ne. Em bawer dikin gelê me yê Silêmanî, bi taybet jî gelê me yê welatparêz ê Pêncewînê ev nêzikbûna dagirkeriya Tirkiyê derxistiye zanebûnê û pir baş dizane ku ev êrîş, êrîşên li ser esasê qirkirina gelê Kurd e û bi van êrîşên xwe dixwaze gelê me bitirsîne û destketiyên gelê me yê Başûr ji nav bibe. Lîstokên têne rêvebirin li ber çav in û gelê me tu carî bi vana naxape.

Em jî weke hêzên parastina Rojhilatê Kurdistanê, van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser axa Kurdistanê pêk tîne, dibînin û em ê tu carî bêbersiv nemînin û ji bo azadiya gelê xwe çi fedakarî lazim be, em ê nîşan bidin; heta ku em van dagirkerên Kurdistanê têk nebin, azadiya Rêberê xwe, gel û axa xwe misoger nekin, emê vê têkoşîna xwe bi domdarî birêve bibin.”