YRK: Di êrîşa hewayî de 2 hevalên me şehîd bûne

Navenda Çapemeniya YRK’ê têkildarê êrîşa hewayî ya doh li herêma Asosê pêk hatî de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama wê êrîşê de 2 hevrêyên wan şehîd bûne. YRK’ê diyar kir ewê bersiva pêwîst bidin dagirkeriya Tirk.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê encamên êrîşa balafirên bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ku doh li herêma Asosê pêk anîbû de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di 22 tebaxa 2022’an de balafirên keşfê ya dagirkeriya dewleta Tirkiye li ser herêma Asosê geriya ye di seatên nîvro de yekîneyek hêzên me dema ku li ser erka xwe bûne dibin hedefa êrîşên balafira keşfê. Di encama vê êrîşê de 2 hevalên me şehîd ketine.

Wek tê zanîn dagirkeriya dewleta Tirkiye li hember gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Rojane di her çar parçeyên Kurdistanê de li hember gelê Kurd û hêzên wê yên leşkerî êrîşên namerdane pêktîne. Di meha Tebaxê de li ser hêzên Rojhilat bi dehan caran balafira keşfê giriya ye. Di encama konsepta dagirkeriya dewleta Tirkiyê de di êrîşa herî dawî ya 22’yê meha Tebaxê de 2 hevalên me yên qehreman şehîd ketine. Em ê di demeke nêz de nasnameya her du hevalên xwe yên Şehîd bi raya giştî re parve bikin.

Em ê tola hevalên xwe li erdê nehêlin, di demên guncav de em ê bersiva pêwîst bidin dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan.”