YPS/YPS-JIN: Pêwîst e gelê Kurd derbasî xweparastinê bibin

Koordînasyona YPS/YPS-JIN, bal kişand ku hebûna gelê Kurd di hedefê de ye û bang li gel kir ku derbasî xweparastinê bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasayona YPS/YPS-JIN’ê de wiha hate gotin:

“Çeteyên Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP’ê, ji aliyekê ve jinên Kurd tecawiz dikin û li aliyek din jî êrîşî karkerên Kurd ên ku ji bo karkirinê çûyîn metrepolên Tirkiyê dikin û dixwazin ku Kurdan qir bikin. Çeteyên desthilata AKP-MHP’ê yên ku bi siyaseta zilm, zordarî û tundiyê nekarîn Kurdan teslîm bigrin, bi van êrîşan nîjadperestî û ji derveyî exlaq dixwazin îradeya gel bişkînin, bêkar û bênefes bihêlin. Xirtolên faşîst ên ku dest dirêjî jinan, zarokên Kurd û êrîşî goristanan dikin, herî dawî êrîşek li dijî 16 karkerên findiqan ku ji Şemrexa Mêrdînê hatîn, Sakaryayê pêk anîn.

Pêwîst e gelê Kurd bizane ku di hedefa van êrîşên nijadperestî yên ku li metrepolên Tirkiyê tê kirin teslîm girtin, qirkirin û tinekirina gelê Kurd e. Ne karkerên Kurd ên ku li Sakaryayê rastî êrîşê hatine. Ev êrîş, êrîşek bi zanebûn a li dijî îrade, hebûn û nirxên gelê Kurd e.

‘PÊWÎST E BI PARASTINA XWESER BERSIV BÊ DAYÎN’

Pêwîst e gelê Kurd bi parastina xwe ya xweser bersiva van êrîşan bide. Rewadîtina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û bêdengbûna li hemberî van qetlîam û êrîşan, hevkariya bi qetlîam û êrîşan re ye. Doh li Enqereyê Bariş Çakan qetilkirin, îro li Sakaryayê li jinên Kurd ên ku di destê wan de zarok hebûn xistin. Ger ku em parastina xwe bi pêş nexin, sibe em ê li cihek din bi pêkaninên din ên ji derveyî exlaq re rû bi rû bimînin.

‘EM Ê HESABÊ WÊ BIXWAZIN’

Em yekîneyê xweparastina Kurdistanê li dijî dewleta Tirk û desthilata AKP-MHP’ê ya qirker, bi rêbazên herî radîkal li kolanan û kafeyan rê nadîn faşîzmê. Em ê hesabê van êrîşên qirkirin û faşîzan bipirsin. Bi hesabxwestina van êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan, em ê tola qetlîamên li dijî Kurdan hilînin.

Em  YPS, YPS-JIN, em ê têkoşîna xwe li dijî nijadperestî û faşîzma Tirkan li metrepolên Tirkiyê û Kurdistanê bi hemû yekîneyên tolhildanê gır bikin û bang dikin ku em pêngava tolhildanê mezin bikin.”