YPS: Li Amedê nobedarekî kuçeyan hate cezakirin

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir, wan kesekî bi navê Ramazan Mugla ku li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê nobedariya kuçeyê dike binçav kirine, piştî lêpirsînê ew ceza kirine.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê li ser malpera xwe ya înternetê wiha agahî da:


‘’27’ê Tebaxê yekîneyeke me ya YPS’ê kesekî bi navê Ramazan Mugla yê ku li Yenîşehîrê nobedariya kuçeyan dikir, girt. Ev kes ji gundê Hesedere ya Licê ya Amedê ye. Ev kes her wiha xebatên kontra kirine û ji bo ku cihê yekîneyên me yên YPS’ê tespît bike hatiye peywirdarkirin.


Her wiha bihara 2017’an di bûyera şehîdbûna endamên me yên YPS’ê de jî tiliya vî şexsî heye. Birayê vî kesî jî di nav TEM’ê de ye. Li ser vê yekîneya me Şehîd Xebat Gorse 27’ê Tebaxê nobedarekî kuçeyan ê bi navê Ramazan Mugla girtiye, piştî lêpirsînê ew ceza kiriye. Her wiha yekîneya me wesayiteke ku vî kesî dişiuxland, ya birayê wî ku wî jî weke wî karê kontrayê dikir, şewitandiye. Piştî vê çalakiyê yekîneya me bi sax û silamet gihaştiye cihê xwe.’’