YPS-JIN berxwedêra xwerêveberiyê Zeryan Denîz Amed bi bîr anî

Koordînasyona YPS-JIN berxwedêra xwerêveberiyê Zeryan Denîz Amed di salvegera şeşan a şehadeta wê de bi bîr anî.

Di daxuyaniya Koordînasyona YPS-JIN de di şexsê fermandar Zeryan de şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya YPS û YPS-JIN'ê, şehîdên pêngavên Dem Dema Azadiyê ye, Cenga Xabûrê û Cenga Bazên Zagrosê û şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera 6'an a şehadeta hevrê Zeryan Denîz Amed e em soza xwe dubare dikin ku berxwedanê mezin bikin, derbên xurtir li dijmin bixin, gelê rêxistinbûyî, jinên rêxistinbûyî, ciwanên rêxistinbûyî biafirînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ruhê hevrêtî û têkoşînê yê li Zagrosan ku Zeryan bi salan lê ma, niha bi ruhê têkoşînê yê li Mamreşo, Heftanîn, Avaşîn, Zap, Metîna, bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê re bûye yek. Daxwaza têkoşîn, fedakarî û jiyana bi rengekî azad a hevrêyên berxwedêr bi rengê Zeryan bû û hîn jî bi vî rengî ye.

Bi navê Koordînasyona YPS-JIN em soza xwe dubare dikin ku tola sîstema êşkenceyê ya li ser Rêberê me, tola şehîdên xwe û zilma li gelê me tê kirin hilînin. Em bang li jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd dikin ku li dijî êrişên qirker, tecawizker ên faşîstên AKP-MHP'ê, bi rengê Zeryan, Zelal, Nûjîn şer bikin û xwedî li têkoşînê derkevin."