YPS’ê li Tetwanê çalakiyek pêk anî

Navenda Çapemaniyê ya YPS’ê ragihand ku 4’ê Cotemhê li Tetwanê 2 stasyonên bazê yên ku leşkerên artêşa Tirk weke cihê çavdêriyê bikartanîn rûxandine.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî da:

“4’ê Cotemhê saetên piştî nîvro saet derdorî 17:00’an yekîneyeke me ya YPS’ê 2 stasyonên bazê yên ku li navbera gundên Siyamis û Salis ên girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker weke cihên çavdêriyê bikartanîn rûxandine.

Piştî çalakiyê li herêmê balafirên keşfê yên bê mirov firiyane, yekîneya YPS’ê bi awayeke sax û silamet gihiştine navendên xwe.”