YPS'ê li ser şerê li Qoserê daxuyanî da

YPS'ê, li ser şerê 30'ê Gulanê yê li navçeya Qoser a Mêrdînê qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPS'ê de hat ragihandin, di vî şerî de polîsek hatiye kuştin. YPS'ê diyar kir, şervanekî YPS'ê yê birîndar bû, piştî 2 rojan jiyana xwe ji dest da.

Daxuyaniya li malpera înternetê ya YPS'ê hate weşandin, wiha ye:

"Roja 30'ê Gulanê, wesayîteke sivîl a polîsan pêşî li tîmeke me ya ku ji bo wezîfeyê li navçeya Qoser a Mêrdînê bû, birî. Polîsan xwestin nasnameyê kontrol bike. Li ser vê yekê, tîma me bi debance û bombeyên destan li polîsan dan û şer derket. Di vî şerî de bi zelalî polîsek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Hevrê Çekdar Mûnzûr ê di vî şerî de bi lehengî şer kir, birîndar bû û tevî hemû hewldanan jî piştî 2 rojan şehîd bû.

Hevrê Çekdar, ku ji destpêka berxwedana me ya YPS'ê ve di asta pêşengî de bi fedakarî cih girt, di vî şerî de bi berpirsyariyeke xurt a milîtaniya rêxistinê tevgeriya. Hevrê Çekdar wê bi wêrekî û biryardariya xwe her tim bibe ronahiya rêya hevalên xwe. Şehadeta hevrê Çekdar wê bi soza tolhildanê ji aliyê hevrêyên wî ve bê pêşwazîkirin û têkoşîneke xurt ji bo bîranîna wî bê meşandin. Weke YPS'ê em ji malbata Vûrgeç ku bûye xwedî rûmeta malbata lehengekî YPS'ê û tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin, ku em ê tola wî hilînin.

Nasnameya endamê me yê YPS'ê yê şehîd bûye;

Çekdar Mûnzûr
Heval Vûrgeç
Hanim
Ekrem
1990 - Dersim
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2017 / Qoser"