YPS'ê li dijî polîsên Tirk û MHP'ê çalakî lidar xist

Yekîneyên Bersivdanê yên Şehîd Xemgîn Roj ên YPS'ê ragihand ku li bajarên Şirnex, Amed û Cizîrê li dijî polîsên Tirk û MHP'iyan çalakî li dar xistin.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Xemgîn Roj bi daxuyaniyekê ragihand ku li Şirnex, Amed û Cizîrê çalakiyên xurt li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê' ye li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, ew li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li dijî noker, sîxur, polîs, bekçî û hevkarên AKP-MHP'ê, saziyên dewletê çalakiyan dikin.

Tîmê diyar kir ku çalakiyên wan ên tolhildanê bi rengekî hîn radîkal dewam bike.

Li ser çalakiyên ku hatin lidarxistin jî ev agahî hatin parvekirin:

"19'ê Gulanê saet di 03:00 de li taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê li pişt avahiya emniyetê li dijî wesayiteke polîsan a TEM'ê ya dewleta Tirk a dagirker bi molotofan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de derba giran li wesayita polîsan hate xistin.

Endamên me li Cizîrê, di hefteya Newrozê de parastina rewa ya gelê me kirin û li dijî polîsên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistin.

21'ê Nîsanê saet di 22:00 de li taxa Nûrê ya Cizîrê li dijî polîsên ku hewl dan dest li pîrozbahiyên Newrozê werde, çalakî kirin. Bi molotofan ji gelek aliyan ve derb li wesayita polîsan hate xistin.

20'ê Nîsanê endamên me li dijî wesayitên ku dixwestin bikevin taxê çalakî kirin. Di çalakiyê de derb li 3 wesayitên zirxî yên polîsan hate xistin û wesayit ji herêmê hatin dûrxistin.

20'ê Nîsanê saet di 20:00 de li taxa Cûdî, endamên me li dijî wesayitên polîsan bi molotofan çalakî kirin. Heman êvarê saet di 21:00 de dema ku polîs kom dibûn endamên me bi bombeyên deng çalakî li dar xistin. Bi fîşekên hewayî li polîsan hate xistin ku hewl didan ji wesayitan peya bibin.

10'ê Nîsanê saet di 21:24'an de li navçeya Peyasê ya Amedê Şevket Toprak û Ekrem Zazaoglû ku alîkarên Serokê faşîst ê çeteyên bajêr ê MHP'ê ne, dema bi wesayita xwe li ser rêya Gazîlerê diçûn bi çekên ferdî li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de derb li wesayitê hate xistin. Endamên yekîneyên me bi awayekî serketî li qada ewle vegeriyan."