YPG: Êrîş û tevgera pêgerên bê mirov dewam dike

YPG'ê destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser axa Rojava û tevgera pêgerên bê mirov jî didomin.

Navenda Ragihandina YPG′ê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

YPG'ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: 

″Arteşa Tirk a dagirker di 12′ê çileyê di saetên nîvro de bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser çeperên hêzên me yên li gundê Eyn Deqnê yê giredayî Efrînê.
Her wiha balafirên pêgerên bêmirov ên arteşa Tirk heman rojê saet di 21:30′an de li ser gundên Ziyaret û Çarixlî yên dikevin rojavayê Kobanê firiyan û çeperên hêzên me keşif kirin.″