YPG'ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir

YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên li cih û demên cuda ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de gihiştibûn şehadetê û şervan Taha Qamişlo ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di meha Kanûn 2016 û Çileya 2017'an de ku li gundewarên bakur û rojavayê Reqayê, di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de gihiştin şehadetê û şervanê bi navê Taha Qamişlo (Mihemetd Emîn Elî) ê di encama kirîza dil de gihişte şehadetê eşkere kir.

Navenda YPG'ê diyar kir ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdarbûna xwe di nava Pêngava Xezeba Firat a rizgarkirina Reqayê de roj bi roj bi hêztir dikin. Şervanên YPG û YPJ li kêleka şervanên Ereb, Xirstiyan û pêkhateyên din yên nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di nava yek çeper û eniyê de rû bi rûyê çeteyên DAIŞ'ê rawestiya, bi hêza xwe ya yekgirtî welatiyên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û navendên çeteyan li ber hêrs û operasyona şervanan de hildiweşin.

YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan: 

"Bi ruhê vê têkoşîna hevapar, îro em nasnameya 5 hevalên xwe radigihînin ku di demên cuda ji Kanûna 2016 û Çileya 2017 di çalakiyên rizgarkirina gundewarên bakur û rojavayê Reqayê de cihê xwe girtibûn û piştî şerên dijwar gihiştibûn şehadetê.

Her wiha şehadeta şervanê YPG'ê Taha Qamişlo (Mihemed Emîn Elî) jî eşkere dikin. Taha di sala 1959'an de jidayikbûye, bavê 2 keç û 3 kuran bû. Ji ciwaniya xwe ve Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û tevlî xebatên rêxistinî yên civakî dibû. Di sala 2013'an de Taha bi germbûna agirê Şoreşa Rojava re beşdarê refên YPG'ê bû û cihê xwe di nav peywirên leşkerî de girt. Mixabin di 7'ê Çileyê de Taha di encama kirîza dil de gihişte şehadetê. 

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di kesayeta her 6 hevalên xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Di serî de ji malbata şehîdan re, ji tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ê têkoşîna şervanên xwe xurt bikin û soza şopdariya şehîdan didin."

Nasnameya şervanên YPG'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bahoz Çekdar Cûdî
Nav û Paşnav: Şervan Bilen
Navê Dayikê: Emîne 
Navê Bav: Sekvan 
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Siwêdiya Biçuk -Reqa / 6/1/2017
***
Nasnav: Cûdî Batman
Nav û Paşnav: Îlhan Yagiz
Navê Dayikê: Ferûşah
Navê Bav: Mihemed Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Caber- Reqa / 30/12/2016
***
Nasnav: Dilgeş Mazî
Nav û Paşnav: Serkan Ekîncî
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Kemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Til Semin- Reqa / 7/1/2017
***
Nasnav: Şoreş Şirnex
Nav û Paşnav: Ferhat Ustün
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Nezîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Siwêdiya Biçuk -Reqqa / 6/1/2017
***
Nasnav: Taha Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Emîn Elî
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Ebdûl Mecîd
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo 1959
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 7/1/2017
***
Nasnav: Xabûr Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Elî
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav: Mistefa
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Terga -Reqa / 7/1/2017