YPG’ê bîlançoya meha Çile û Sbatê eşkere kir
YPG: Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi bîlançoya meha Çile û Sibatê eşkere kir, li gorî vê; 260 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me ne. 18 çete bi saxî hatine girtin.
YPG: Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi bîlançoya meha Çile û Sibatê eşkere kir, li gorî vê; 260 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me ne. 18 çete bi saxî hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi bîlançoya meha Çile û Sibatê eşkere kir, li gorî vê; 260 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me ne. 18 çete bi saxî hatine girtin. Gelek çek û cebilxane, her wiha wesayîtên leşkerî û topên çeteyan hatin desteserkirin. 40 wesayîtên bombebarkirî hate sekinanin ji wan beşek mezin beriya bigihêjin armanca xwe hatin rûxandin. Hin wesayît ji wan jî hatin desteserkirin.
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ
Artêşa Tirk 89 caran bi çekên giran çeperên hêzên me û sivîlan li ser sînorê Rojava hedef kirine.
Artêşa Tirk 5 caran bi helîkopter êrişî çeperên hêzên me û sivîlan kiriye.
Artêşa Tirk 8 caran balafirên keşfê li ser axa Rojava gerandiye.
2 wesayîtên leşkerî û 3 trêks yê artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve hatine rûxandin.
Wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyên di bin fermana artêşa Tirk de tevdigerin hatiye girtin.
Di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk de bi qasî hatiye zelal kirin, leşkerek Tirk hatiye kuştin.
Di encamê êrişên artêşa Tirk de 3 welatiyên sivîl û şervanekî me gihîştiye şehadetê. Her wiha 4 welatî û 2 şervanên me birîndar bûne.
ENCAMÊN BÎLANÇOYA MEHA ÇILE Û SIBATA 2017
Encamê bûyer û operasyonên ku di Çile û Sibatê 2017’an di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatiye lidarxistin bi vî rengî ye:
Di Çile û Sibatê 2017’an de Yekîneyên Parastina Gel (ypg)û Yekîneyên Parastina Jin (ypj)bi awayekî çalak beşdarê Pêngava Xezeba Firatê a rizgarkirina Reqyê bûn ku bi biryara Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk hatibû destpêkirin.
PÊNGAVA 2ʹEMÎN YA XEZEBA FIRATÊ
Erda bi firehbûna 2 hezar û 480 km2 ku di nav de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk, her wiha Keleha Ceber a dîrokî jî hebûn hatin rizgarkirin.
260 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me ne. 18 çete bi saxî hatine girtin. Gelek çek û cebilxane, her wiha wesayîtên leşkerî û topên çeteyan hatin desteserkirin. 40 wesayîtên bombebarkirî hate sekinanin ji wan beşek mezin beriya bigihêjin armanca xwe hatin rûxandin. Hin wesayît ji wan jî hatin desteserkirin.
Bi deh hezaran welatiyên sivîl ên ji gundên rojavayê Reqa hatin rizgarkirin û piştî gundên wan hatin paqijkirin vegeriyan gundên xwe û alîkarî ji wan re hate pêşkêşkirin.
42 şervanên QSD ji wan 3 şervanên dilxwazên biyanî yên ji Birîtaniya, Kenada û Amarîka ku bi dildarî tevlî Pêngava Xezeba Firatê bibûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 şervanên ji endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî yên ku xwîna wan tevlî xwîna şervanên Ereb û Kurd bûne gihiştine şehadetê.
PÊNGAVA 3ʹEMÎN A XEZEBA FIRATÊ
Bi firehiya 700 kîlometir çargoşe xaka bakur-rojhilatê Reqa hate rizgarkirin.
98 gund û gundik hatin rizgarkirin û ewlekariya welatiyên wan deveran hate pêk anîn, alîkariya welatiyan hate kirin û ji bo vegerin warê xwe.
124 çete hatin kuştin, bi hejmarek mezin birîndar bûn û 9 çete bi saxî hatin giritin.
Hejmarek topên çeteyan, alêv û wesayîtên wan ên leşkerî ku çekên giran li ser wan bûn, hatin rûxandin. 63 tunelên çeteyan û bi dehan nuqteyên xwe tê de bi dih kiribûn, her wiha kargehek çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin. 3 wesayîtên bombebarkirî û hezar û 256 mayîn hatin ruxandin. 3 balafirên keşfê yên çeteyan hatin xistin. Rêjeyek mezin çek û cebilxane û alavên leşkerî hatin destserkirin.
13 şervanên QSD û hêzên Erka Xweparstinê şehîd bûn.
QONAXA 2ʹEMÎN PÊNGAVA 3ʹEMÎN YA XEZEBA FIRATÊ
Di nav de 253 gund û gundik, herêmek bi qasî 2426 kîlometir çargoşe di bajarokê Reqa û Dêra Zorê ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
Di van şeran de 221 çete hatine kuştin û 11 çete bi saxî ketine destan.
Her wiha wesayîtekî doçka li ser, 13 wesayîtên bombebarkirî, 8 wesayîtên leşkerî, navendeke çeteyan a çêkirina mayînan hatine rûxandin.