YPG: Arteşa Tirk bi dijwarî êrişê Rojava dike

Navenda ragihandina YPG’ê di daxuyaniyekî ve diyar kir ku arteşa Tirk a dagirker bi hemû dijwariya xwe êrîşên xwe li ser Rojava didomîne.

Navenda ragihandina YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“26‘ê Çileyê saet 00.10’an de helîkopterek a arteşa Tirk sînore Rojava derbas kir. Helîkopterê ku sînor derbas kir navbera gundên Aşkan û Hamir ên giredayî Tirbespiyê de erdên gundiyan bê serûber gulebaran kir. Piştî êrişê helîkopter dîsa sînor derbas kir û çû milê bakur.

Heman şevê 3 balafirên keşfê ya bê mirov a arteşa Tirk di navbera Tirbespiyê û Eyndiwer de geriya. Piştre jî balafiran arteşa Tirk hemwelatiyên gundê Mezrê ya giredayî Eyndiwer gulebaran kir. Di encama vê êrişê de heta niha qasî ku zelal bûye 3 welatiyên sivîl hatine qetilkirin û 4 wealatî jî birîndar bûne. ”