'YNK wê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bi cih bîne'
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê pîroz kir û diyar kir ku wê Kerkûkê bike bajarê jiyana bi hev re û siyaseta Mam Celal bi cih bînin.
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê pîroz kir û diyar kir ku wê Kerkûkê bike bajarê jiyana bi hev re û siyaseta Mam Celal bi cih bînin.
Têkildarî hilbijartina Rêbwar taha ji bo walîtiya Kerkûkê, Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî peyamek da.
Bafil Talabanî diyar kir ku YNK li Kerkûkê siyaseta Mam Celal dimeşîne û anî ziman ku beriya Kurdan ew ê ji bo xwişk û birayên xwe yên din bixebitin.
Serokê YNK'ê got, "Divê em Kerkûkê bikin mînaka bihevre jiyan û geşbûnê. Hêvîdarim di çend salên din de li şûna ku bibêjin pirsgirêka Kerkûkê ye, bila bibêjin em dixwazin ev der bibe wek Kerkûkê."
Di dawiya peyama xwe de Bafil Talabanî got, "Ez pîrozbahiyê li hemû hevalên xwe û hemû pêkhateyên Kerkûkê dikim, soz didim wan ku YNK dê siyaseta Serok Mam Celal bi cih bîne, em ê bi heman çavan li hemû partiyan binêrin û heta partiyên din jî bidin pêşiya xwe."