YNK: Em biryara ji bo waliyê Kerkûkê hatiye dayîn qebûl nakin

Berdevkê YNK’ê Sadî Ehmed Pîrê têkildarî betalkirina peywira waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîmî got: “Biryar ne hiqûqî ye û em ê qebûl nekin.”

Berdevkê YNK’ê Sadî Ehmed Pîrê têkildarî betalkirina peywira waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîmî ya bi pesendkirina parlementoya Iraqê got: “Biryar ne hiqûqî ye û em ê qebûl nekin.”

Pîrê wiha anî ziman: “Hikumeta Iraqê dixwaze cezayê siyasî li Herêma Kurdistanê bibire. Tu sedemeke mantiqî tune ye ku waliyê Kerkûkê ji erkê were stendin. Em ê vî tiştî qebûl nekin û em ê li dijî vî tiştî bin. Çareserkirina kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê wisa nabe. Ne rast e ku ji ber referandûmê berê xwe bidin Necmeddîn Kerîmî. Parlementoya Iraqê di nava hefteyekê de du biryarên ne hiqûqî da. Têkildarî herêmên ku rewşa wan ne zelal e, nabe ku biryarên wisa werin wergirtin.”

Parlementoya Iraqê di nava vê hefteyê de biryar dabû ku referandûm ne zagonî ye û îro jî waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîmî ji erka wî stend.