YNK: Divê demildest êrîş bên rawestandin

Polîtburoya YNK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Çemçemalê daxuyaniyek da û anî ziman ku ji ber êrîş û binpêkirinên sînor bi fikar in û got: “Divê demildest êrîş bên rawestandin.“

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) têkildarî êrîşên SÎHA’yê yên li ser bajarokê Axceler a Çemçemal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da.

YNK’ê anî ziman ku ji ber êrîş û binpêkirinên sînor bi fikar in û got: “Em êrîşên hewayî yên li ser bajarokê Axceler ê navçeya Çemçemal û Mexmûrê şermezar dikin. Divê demildest êrîş bên rawestandin.“

YNK’ê di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir û wiha got: “Divê hikûmeta Iraqê, erkê xwe yê destûrî û niştimanî ji bo parastina xak û asmanê Iraqê bi cih bîne û Herêma Kurdistanê jî di nav de ye. Divê hikûmeta Iraqê van binpêkirinan bi rêyên dîplomatîk ji dewleta Tirk re ragihîne. Divê rêveberiya Herêma Kurdistanê jî bang li balyozê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê bike û nerazîbûna xwe ya li hember êrîşan ragihîne. Ji bo van binpêkirinên sînor ên ku dibin sedema mirin û zirara sivîlan de tu hincet nîne.“

Di dawiya daxuyaniyê de YNK’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.