YJA Starê li Metînayê bi çekên giran çalakî kir

Gerîlayên YJA Starê li qada Girê Kato ya herêma Metînayê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

21'ê Tebaxê saet di 17:00 de li qada Girê Katoyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin. Di çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker dema dawî li herêma Metînayê, obus û hawanan li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne, bi taybetî dema ku xelkê sivîl li herêmê ne vê yekê dike.

Li herêmên Avaşîn û Zapê;

21'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan.

21'ê Tebaxê tunelên şer ê li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.

21'ê Tebaxê saet di navbera 00:30-01:30'î de tunelên şer ên li qada Werxelê 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.

21'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Zapê qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

22'ê Tebaxê saet di navbera 03:00-03:30'î de li herêma Zapê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin."