YJA Star: Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin

YJA Starê şehîdên Bestayê bi bîr anî û diyar kir ku ya şehîdên Bestayê di serî de ew ê tola hemû şehîdên şoreşê bistînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya YJA Starê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya êrîşên dagirker de di 6’ê Nîsana 2021’an li qada Besta ya Botanê operasyonek dabû destpêkirin. Ev operasyona di 7-8’ê Nîsanê de domiyabû. Di vê operasyonê de hêzên me yên YJA Star û HPG’ê derbên giran li dijmin xistibûn. Di vê berxwedanê de ya ku bi pêşengtiya fermandara me ya hêja Nûjîn Sêrt de hevalên me Firat Şax, Hebûn, Ezda, Mizgîn, Dîlan, Hêvî û Tolhildan şehîd bûbûn. Gelê Kurd ê welatparêz di serî de em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin.

HEVAL NÛJÎN YEK JI FERMANDARA FEDAÎ YA YJA STARÊ BÛ

Botan a ku dilê Kurdistanê ye ji destpêka têkoşîna çekdarî bûye şahidê berxwedan û qehremantiya zarokên hêja yên Kurdistanê. Ji Zelalan heta Rojhat, Azîme, Resûl, Adil, Gulbahar, Ferhat, Nûda û Delalan çanda berxwedanê ya ku bi hezaran hevalan ava kiriye, îro wekî gelekî xwedî rûmet di rûpelê dîrokê de cih digire. Herî dawîn fermandara mezin Nûjîn Sêrt jî li ser xeta Delalan bûye nûnera vê berxwedanê. Yek ji fermandara wêrek Nûjîn Xirbikêbestê ya ku berê jî li Botanê li hemberî dijmin şerên giran kiribû, vê helwesta fedakar, kedkar û wêrek di helwesta xwe de şênber kiriye. Heval Nûjîn Sêrt di sala 2005’an de li Botanê tevlî nav têkoşînê bûye û heta roja ku şehîd bûye li qadên Botan û Behdînanê têkoşiyaye. Heval Nûjîn a ku li Botanê hînî gerîlatiyê bûye û li Botanê bûye fermandar bi kedkarî, sadebûn, wêrektî û fedakariya xwe ji aliyê hevalên xwe ve bûye fermandareke ku jê hatiye hezkirin.  Wê şervaniya xwe li çiyayan nehiştiye, di berxwedana xwerêveberiyê de jî bi awayekî çalak tevlî nav şerê li bajaran bûye. Heval Nûjîn aliyên welatparêz û sade yê jinên Sêrtê di kesayetiya xwe de parastiye, bûye yek ji fermandara ciwan û fedakar a YJA Starê. Heval Firat Şax jî bi salan li Botanê tevlî nav xebatan bûye û bi dîsîplîneke mezin nêzî peywirên xwe dibû.

Ji ber girêdayîbûna bi heval Nûjîn, Firat, Hebûn, Ezda, Mizgîn, Dîlan, Hêvî û Tolhildan ên ku li Bestayê bi qehremanî li ber xwe dan, wê hevalên li Botanê, hemû hêzên me yên YJA Star û HPG’ê derbên giran li dijmin bixin.

Em YJA Star diyar dikin ku di serî de ya şehîdên me yên Bestayê, em ê tola hemû şehîdên şoreşê bistînin û xwîna şehîdan li erdê nehêlin. Em xeyalên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez bi cih bînin. Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”