YJA Star: Em ê teqez hesabê wan bipirsin!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî gerîlayên jin ên li Amedê şehîd bûn daxuyanî da û got, "Em ê teqez hesab ji dijmin bipirsin û çeka şehîdên xwe li erdê nehêlin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî 4 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, "Di navbera 27-29'ê Nîsana 2021'ê de artêşa Tirk a faşîst mêtinger li qada Gorsê ya eyaleta me ya Amedê dest bi operasyonekê kir. Di dema operasyonê de hevrêyên me Berfîn, Ronahî û Avent di bin fermandariya hevrêya me Nûjîn Amed de li dijî dagirkeran şerekî giran kirin. Dagirkerên ku nekarîn li ber berxwedana lehengî ya hevrêyên me bisekinin, piştî ku bi qedemeyekê xwe vekişandin, bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qad aşer kirin. Li gel êrişên dagirkeran, di şexsê hevrêyên me de li eyaleta me ya Amedê berxwedaneke bêhempa ya jin a azad rû da."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "

"Di serî de gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz û leheng, em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên me yên şehîd bûne dixwazin, em dubare dikin ku bi dilsoziya bi şehîdên xwe re em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin."

Di vê serdemê de ku bedewî û cewhera jinê dikin meta û di nava sînorên kevneşopiyê de tê ragirtin, em şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin ku nasnameya azad bi berxwedanê afirandin, bi têkoşîna lehengî feraeta exlaqa azad destnîşan kirin. Di şexsê hevalên Nûjîn, Berfîn, Ronahî û Avent de ku lehengên esîl ên bedewî û ronahiya jinê ne, bi rêzdarî silav dikin. Li gorî berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêbertî, şehîdan, li ser bingeha diyalektîka şehîdan a li nava PKK'ê, wezîfeya me ye ku bi şehîdan re bibin yek, bi daxwazên azadiyê, armancên şehîdan re bibin yek, bi ser bixînin û vê yekê veguherînin pêngaveke şoreşgerî ya pratîkî. Ev yek ne tenê nêzîkatiyeke manewî ye. Bi enerjiya ji hêrsa li dijî dijmin û dilsoziya bi hevrêyên xwe re, manewiyat tê wateya hewldana ji bo afirandina ya azad û bi wate. Taybetmendiyên bingehîn ên li nava partiya me ku serketinê û nirxên mayinde diafirîne, diyalektîka şehîdan û rêbaza nirxandin şehîdan e. Li nava partiya me ku partiyeke şehîdan e, yek zêde dibe, dibe bi hezaran, dibe bi sed hezaran.

HÊRSA ME YA JI BO TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR DIBE

Bi navê fermandar û şervanên YJA Starê, li pêşberî her şehadeta jinekê hêrsa me ya ji bo têkoşînê mezintir dibe, nasnameya me ya jin a berxwedêr û bi rûmet xurtir dibe û bersivên me yên ji bo pirsên 'divê çawa bê jiyîn' û 'çawa şer bê kirin' zelal dibe. Bi şehîdên me yên leheng rêxistiniya me ya xweparastina jinê û artêşa me ya jinê bêhtir bi pêş dikeve û kûrtir dibe. Şehadetên dawî yên hevrêyên me yên jin ên 29'ê Nîsanê yên li Amedê, xelekeke gelekî bi wate li kevneşopiya me ya têkoşînê zêde kiriye.

Ji fermandarên jin ên Şerê Gel ê Şoreşger hevrêya me Nûjîn Amed her tim têkoşîna li cihên zor û zehmet tercîh dikir. Hevrê NûjÎn ku îradeya xwe ya şoreşgerî, hêrsa xwe ya li dijî dijmin gelekî xurt bû, bi karakterê xwe yê çalakger, di nava artêşa me ya YJA Starê de zû bi pêş ve çû. Ji Amedê heta Botanê, ji Botanê heta Şengalê, ji Şengalê heta Cîloyê, ji Cîlo jî heta paytexta welatê me Amedê qet nesekinî. Li ku derê şer û zehmetî hebûya hevala Nûjîn li wir bû. Her ku şer dikir azad dibû, her ku azad dibû bedew dibû, her ku bedew dibû dihate hezkirin. Hevrêya me Nûjîn bi wêrekî, lehengî û jîrbûyîna xwe cewhera jin a Botanê timî parast û bi rengê herî bedew temsîl kir. Ji ber vê yekê wezîfeya Fermandariya Eyaletê zû hilda ser milê xwe. Hevrê Nûjîn ku herî dawî Fermandara me ya YJA Starê ya Eyaleta Amedê bû, heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi sekna xwe nîşan da ku dilsoziya bi jiyana azad û Rêbertî re divê çawa be. Hevrêyên me yên leheng ên li gel hevrê Nûjîn şehîd bûn, bûn îfadeya herî bi wate û kûr a hevrêtiya jinê.

Hevrêya me Berfîn ji Rojhilatê Kurdistanê bi rê ket û li Amedê têkoşiya, li dijî polîtîkayên dijmin ên ji bo parçekirina gel û xaka me bû bersiva herî bi wate. Hevrê Berfîn ku hezkirina ji dîrok û xaka xwe di dilê xwe de bi cih kir, her tim bi vê hişmendiyê têkoşiya. Hevrêya me Ronahî jî mîna navê xwe derdora xwe timî ronî dikir û li ser vê bingehê têdikoşiya. Li dijî paşverûtiyê, li dijî dijmin têkoşiya û xwe li xaka Amedê ji xweliyên xwe ji nû ve afirand. Hevrêya me Avent di govenda azadiyê de bi rengê herî fedayî cih girt. Bû îfadeya nûjen a Zîlan. Bûn dilekî azad û li ser zinaran bi bask bûn. Ti carî ji rêzbûyîn qebûl nekirin û timî bi rengekî awarte jiyan.

Belê em îro artêşeke jinan e ku bi hezaran endamên xwe hene. Li her bihosta Kurdistanê li ber xwe didin, şer dikin û bi biryardariya azadiyê ber bi serketinê ve dimeşin. Jiyana sîstema modernîteya kapîtalîst, nirxên wê yên erzan ti carî qebûl nakin, dibêjin ku eger jiyan wê hebe divê azad be, berê wê li başî û bedewiyê be. Em êşa zayendî û gelê xwe, gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin û bi vî rengî têdikoşin.

Şehîdên me yên eyaleta Amedê li dijî konsepta tunekirinê ya li hemberî tevgera me ya azadiyê û Rêbertî, bi berpirsyariyeke bilind, bi hişmendiya jinê û hezkirina jinê, mîna di jiyanê de di meşa ber bi şehadeta bi rûmet de jî bûn navê hevgirtinê. Dilê wan ê azadiyê yê çiyê dijmin têk bir.

Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, em dibêjin ku fermandar û şervanên me hemû ji bo dilsoziya bi şehîdên me yên Amedê û hemû şehîdên me wê berxwedana me ya têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin, teqez hesab ji dijmin bipirsin û çeka şehîdên me li erdê nehêlin. Em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin."