YJŞ'ê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir

Fermandariya YJŞ'ê, komploya 9'ê Cotmehê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê têkoşîna xwe geş bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvgera 19'an komploya 9'ê Cotmehê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî da û komplo şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi destê hêzên dagirker bi rê û rêbazên kirêt bi gefên Tirkiye, Rêber APO ji Sûriyê derket û bi komployek dijî mirovahî di 15’ê Sibata 1999’an de hêzên desthilatdar wî radestê dewleta faşîst a Tirkiyê kirin. Di heman demê de gelek caran hêzên desthilatdar û yên dijî fikirê azadiyê ketina nava hewlidanên ku bi fîzîkî Rêber APO tunê bikin. Lê belê her ku hêzên dagirker ketine nav hewlidanên wisa, li hemberî wê hêza gelên azadîxwaz van hewldana vala der xistin. Bi pêşengtiya Rêber APO ev tekoşîna ku gel bi xweliyên xwe ji nû ve ava bû, her ku çû di giştî Rojhilata Navîn de belav bû û bû tekoşîna tevahî gelê Rojhilata Navîn û giştî mirovahiyê. Rêbertî tekoşîna xwe bi şeş kesan û bi du peyva ya ‘Kurdistan bindest e’ dest pê kir. Ji ber ku ev tekoşîn her ku çû mezin bû û pêl bi pêl belav bû, dijmin nekarî tehmûl bike û ji bo silteya xwe teqez bigre serî li rêk û rêbazê komploya navnetewî da. Fikir û felsefa Serokatî ya ku tevahî ilimdar û fîlozafa li pêy xwe hişt, pergala dijmin jî puç kir û bi alternatîfê demokratîk fikrê nû li dijî pergala dagirker diyarî mirovahi kir. Wek Promethus agir ji Nemrut dizî û diyarî mirovahiyê kir.

Bi vê komployê, hêzên nîjadperest xwestin ku dengê gelê Rojhilata Navîn a ku bi saya Rêberî bilind bûye, qut bikin û gel radest bigrin. Lê ev komplo b, lêhûrbûnên Serokatî ya li girêva Îmrali û bi berxwedaniya gelan a bêhempa vala hat derxistin. Rêbertî girêva Îmralî wek zayîna sêyemîn girt dest û di wir de ponojandinê birdozî, li hemberî dewlet di alternatîfên demokratîk de gavên nû avêt û ber bi guherandina paradîgmayê ve çû.  Niha jî bi awayê tecrîdkirina Rêbertî ya ku mînake wî heya niha nehatiye dîtin, dixwazin gelên Rojhilata Navîn bi dûrxistina fikr û ramanên Rêbertî, bê perspektif bihêlin. Ev tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin bi awayekî zelal tê fêmkirin ku dewamiya komploya 9’ê Cotmehê ye.

Bi fikrê Rêbertî piştî fermana 73’êmîn ya ku bû sedema kuştina bi hezaran mirovên Êzidî û revandina jinên Êzidî, li axa Êzidxanê hêzên xweparastinê YBŞ-YJŞ'ê hate avakirin û çeteyên DAIŞ’ê yên faşiît bi berxwedaneke bê hempa ji axa pîroz hat derxistin. Dîsa bi felsefeya Rêbertî ya ku azadiya jinê esas digre, îro bi sedan jinên Êzidî ji bo parastina nirxê Êzidatî û tolrakirina giştî fermanên ku li ser gelê Êzidî pêk hatiye, xwe bi çek xemilandine û li hemberî hemû hêzên dagirker şer û tekoşîna xwe dimeşînin. Bi hemû hêza xwe, li ser felseya Rêbertî ya ku dibêjê ‘azadiya jin, azadiya civakê ye’, em ê tekoşîna xwe di her qadê de berdewam bikin. Li ser vê bingehê, komploya qirêj ya 9’ê Cotmehê û tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin em bi awayekî tund şermezar dikin, li hemberî vê komployê heya azadiya Rêbertî ya fîzikî misoger bikin em ê tekoşîn û berxwedana xwe hîn bilindtir bikin û banga di her qadê de bilindkirina tekoşîne dikin."