Yilmaz ê hêzên dewletê qetil kirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Mehmet Yilmaz ê li Cizîrê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de hate qetilkirin, li Wêranşarê bi tevlîbûna zêdetirî deh hezaran ve bi merasîmekê hat defnkirin.

Mehmet Yilmaz ê li Cizîrê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de hate qetilkirin, li Wêranşarê bi tevlîbûna zêdetirî deh hezaran ve bi merasîmekê hat defnkirin.

Mehmet Yilmaz (Serhat Çiya) ê li navçeya Cizîr a Şirnexê hat qetilkirin li navçeya Wêranşar a Rihayê hat defnkirin. Cenazeyê danê sibehê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin, li rêya Dêrikê ji aliyê sedan kesî hat pêşwazîkirin. Yilmaz cara dawî anîn Taxa Dumurlî ya girêdayî Dêrikê ku cihê jidayikbûnê ye, bi karwanekî bi sedan wesayîtê ve ji Taxê ber bi navçeya Wêranşar a Rihayê ket rê. Di têketina navçeyê de bi tevlîbûna girseyek din a li benda cenaze jî cenaze ji wesayîtê hat wergirtin, hildan ser milan û berê xwe dan navenda navçeyê. Têketina Wêranşarê de polîsên bi TOMA û wesayîtên zirxî pêşiya konvoya cenazeyê qut kirin, xwestin cenaze bi wesayîtê berdewam bike. Piştî gengeşiyek dem kurt, cenaze girtin wesayîtê û rêya xwe domandin. Ji navçeyê gelek kes tevlî karwanê cenaze bû. Girseyê li rêya Serêkaniyê ji nû ve cenaze girt ser milan. Bi deh hezaran kesî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Yilmaz girtin, dirûşmeyên, “Ey Şehîd Çeka Te Li Erdê Namîne”, “Kurdistan Goristan Ji Bo TC”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” ve heta goristana nû ya navçeyê hatin. Piştî wecîbeyên olî, Yilmaz bi duayan spartin axê.

Piştî rêzgirtina bi sirûda Çerxa Şoreşê” Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan axivî, îfade kir ku Kurdan ti carî serî li ber zaliman netewandiye, ji niha û şûn de jî wê netewîne. Ocalan wiha axivî: “Gelê Kurd wê bi ser keve. Îro bi xwedîderketina şehîd ve we sîleyek mezin li AKP’ê da.”

Kurapê Mehmet Yilmaz Hakki Yilmaz jî wiha got: “Ev ne şehîdê yekem e ne jî yê dawî ye. Şehîdê me hemûya ye. Em ê ti carî nehêlin ala me bikeve.”

Hat diyarkirin ku ji bo Yilmaz wê li Taxa Dumurlu sersaxî bên qebûlkirin.