Yildirim ê ku li Mîşrîfê leşkeran ew birîndar kiribû hate binçavkirin

Li gundê Mîşrîf ê Licê bavê 13 zarokan Celal Yildirim ji hêla leşkerên Tirk ve bi giranî hatibû birîndarkirin, bêyî ku tedawiya li nexweşxanê biqede Yildirm binçav kirin.

Li Licê ya Amedê, li gundê Mîşrîfê leşkerên Tirk 3’yê Îlonê bi ser gund de girtin, 1 jê giran 3 kes birîndar kirin. Di van van de bavê 13 zarokan Celal Yildirim (58) jî hebû. Yildirim ê ku li nexweşxanê tedawî didît beriya ku tedawiya wî biqede hate binçavkirin. Beriya niha jî kurê Yildirim Bedran û Munîr Serîn ê ku ji piyê xwe hatibû birîndarkirin hatibûne binçavkirin.

Yildirim ê ku leşkeran ew bi giranî birîndar kiribûn li Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî, ku tedawî lê didît hate binçavkirin. Bi rojan e ku malbat li gel ku li ber nexweşxanê jî bû polîs û leşkeran nehiştin ku malbat Yildirim bibîne, li gel ku rewşa wî giran e jî hate binçavkirin. Diyar bû ku Yildirim birin Fermandariya Jandarma a Amedê.

Birayê Yildirim Mehmet Yildirim got bêyî ku tedawiya birayê wî biqede ew binçav kirine û got ew li ser rewşa wî bi fikar in. Yildirim got bi daxuyaniyan birayê wî dikine hedef û got, birayê wî, birazî û Serîn sivîl in lê ew jî bi rojan e hatine binçavkirin.