Yên gotin 'PKK nema dikare li ser piyan bisekine' şaşitî kirin

Ji fermandarên YJA Starê Sureç Reşît, Pêngava 1'ê Hezîranê nirxand û destnîşan kir, ku ne PKK, lê dewleta Tirk a di got, "PKK nema dikare li ser piyan bisekine" xeletî kiriye.

Yek ji fermandarên YJA Starê Sureç Reşît, di salvegera 13. de Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji ANF'ê re nirxand.

Reşît diyar kir, Pêngava 1'ê Hezîranê di çarçoveya 'parastina rewa' de pêk hatiye, bi encamên serketî dewam kiriye û destnîşan kir, ku Pêngava 1'ê Hezîranê dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye.

Reşît bibîr xist, pêngav di nava şert û mercên gelekî giran de pêk hatiye û got, "Bi dehan hevalan di wê demê de kedeke mezin dan û ev pêngav dan destpêkirin."

DEWLETA TIRK NE LI BENDÊ BÛ

Reşît anî ziman, hêza YJA Starê di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûye û bal kişand ser çalakiyên serketî yên wê demê: "Bi taybetî çalakiya hevala Silav a li Sêrtê, bandoreke cuda li ser gelê Botanê kir. Çalakiya fedayî ya heval Kendal baz gelekî bi bandor bû. Ji ber ku dijmin ne li benda çalakiyên bi vî rengî yên serketî bû. Heval Yildiz, heval Sorxwîn û gelek hevalên din di vê pêngavê de bi rola pêşengiyê rabûn. Eger em hê jî encamên serketî bi dest dixin, ev yek bi sala hevrêyên şehîd û keda wan a mezin e."

Reşît destnîşan kir, li hemberî dewleta Tirk a ku digot, "PKK êdî nema dikare li ser piyan bisekine" bi zimanê je fêhm dike bersiv hatiye dayin û hem li hundir, hem jî li derve daxwaza dijmin di ber de hatiye hiştin. Reşît diyar kir, Pêngava 1'ê Hezîranê ji aliyê siyasî û leşkerî ve gaveke mezin e û ji ber vê yekê dewleta Tirk ketiye nava xeletiyeke mezin.