Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim ragihand ku yekîneyên wan li Wanê çalakî kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim bang li ciwanên Kurd û gelê Kurd kir ku bi coşiyeke mezin tevlî 'meşa mûcîzewî' bibin.

Yekîneya Tolhildanê derheqê çalakiyan agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin 30'ê Îlonê li Artemêtanê ya Wanê li dijî wesayita bi tîpa Uralê li ser Kolana Kurtuluşê bi teqemeniya bi dest hatî çêkirin û çekên şexsî çalakî hatiye kirin, piştî çalakiyê leşkerên dijmin tirs bi wan ketiye reviyane û ziyan gihaye wesayitê.

Her wiha hate diyar kirin 1'ê Cotmehê jî li taxa Îskeleyê ya Tûşbaya Wanê wesayiteke cerdevanan hatiye şewitandin û îmhakirin û dîsa eynî rojê li Şemsîbeyê ya Tûşba trafoyeke elektrîkê û stesyoneke bazê hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên tolhildanê 2'yê Cotmehê li taxa Stesyonê depoyeke stesyona trênê hatiye şewitandin, zirar bi hezaran lîreyê çêbûye.

2'yê Cotmehê li EdremÎtê jî du kesên ku di nav gel de gotinên kîn û nefretê belav dike, xizmetê ji dijmin re dike hatine cezakirin û dengê xwe li wan hatiye kirin.