ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevala Nagîhan Akarsel û endama Akademiya Jineolojiyê Hêja Zerya anî ziman ku Nagîhan Akarsel li dijî mejiyê serweriya mêr ku nasnameya jinê parçe dikir, jin digihand hev û jiyana enerjiyê dixist nava liv û tevgerê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê nirxand û got, "Hêzên komploger dixwestin Rêbertî bêbandor bikin, lê belê Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê bûye rêberê bi milyonan mirovî."

Hevserokê TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku ew li bendê ne 13'ê Cotmehê li Amedê bi sed hezaran kes tevlî mîtîngê bibin, li ber tecrîdê rabin û got, "Her kesên ku daxwaza aştî û demokrasiyê dikin divê tevlî bibin."

Rêveberê Navenda Çandê ya Lêkolîn û Ziman a Arsîsayê Şevket Acar bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên li ser zimanê Kurd hişyar be.

Dewleta Tirk bi rêya Hîzbulkontra du armanc danîbû pêşiya xwe; Têkiliya Tevgera Azadiyê ya Kurd û civakê qut bike, hêza wê ya civakê tine bike û Kurdan bitepisîne. Beşa duyemîn a rêze nivîsa li ser Hizbulkontra.

Penaberên Reqayî yên ji Lubnanê hatin gotin, "Em êdî vegeriyan ser xaka xwe. Welatê me ev der e. Ji ber ku li warê xwe vegeriyan em gelekî kêfxweş in."