YBŞ/YJŞ: Di êrîşa balafirên Tirk de 3 şervanên me birîndar bûn

Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê li ser êrîşa balafirên şer ên Tirk a li navçeya Xanesor a Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û ragihan di êrîşê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal/Yekîneyên Jinên Şengal (YBŞ/YJŞ) têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyaniyek da. Fermandariyê ragihan ku êrîş ji aliyê balafira bê mirov ên bi çek ên Tirk (SÎHA) ve pêk hatiye.

Fermandariyê got: “Ev êrîş berdewama qetlîam û êrîşên DAÎŞ’ê ya li ser gelê me yê Êzidî ye. Bi vê êrîşê dixwazin destê DAÎŞ’ê xurt bikin û xwestine tola serçeteyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî hilînin.

YBŞ/YŞJ’ê eşkere kir ku di êrîşa SÎHA’yê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê ev agahî da:

“Roja 4’ê Mijdarê ango îro di saet 13:10’de dewleta Tirk bi balafirên keşfê yên bi çek (SİHA) êrîşê cihê ku hêzên me ji bo demkî bikar dianîn kir. Di encama vê êrîşê de 3 şervanên me birîndar bûn.

Weke tê zanîn dewleta faşîst û qirker ev ne cara yekemîne êrîşê gelê me dike. Dewleta Tirk îro ne tenê êrîşê hêzên me kir, êrîşê tevahî gelê me yê Êzidî û tevahî xaka Iraqê kir. Gelê me bi dehan qatlîaman re derbas bûye lê serî netewandiye. Herî dawî DAÎŞ’ê êrîşî gelê me kir û qetlîam kirin. Zarok, keç, xort, dayikyên vî gelî ber xwe dan û dest ji cih û warên xwe bernedan. Lê belê gelê me kengê nêzî azadiya xwe bûye dewleta Tirk êrîş kiriye.

Ev êrîşa dewleta Tirk berdewamiya qatlîam û êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yê Êzidî ye, bi van êrîşên xwe destê DAÎŞ’ê jî xûrtir dike û ev êrîş weke tola Ebûbekîr El Baxdadî hilandine.

Dewleta Tirk di roja me ya îro de polîtîkayek dagirkerî li Rojhilata Navîn dide meşandin. Bi taybet cihê ku gelê me yê Êzidî û Kurd lê jiyan dike ji xwe re dike armanc û êrîş dike.

Em carek din dibêjin dewleta Tirk tu carî nikare îrada gelê me û hêza me bişkîne. Em weke hêzên parastina Şengalê YBŞ-YJŞ çi dibe bila bibe em ê gelê xwe li diî her êrîşên dagirkeriyê heta dawiyê bi parêzin.

Şervanên me yên ku di encama vê êrîşê de birîndar bûne em ji bo wan û malbatên wan şîfa dixwazin.”