YBŞ: Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn

YBŞ’ê diyar kir ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li Şengalê fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne. YBŞ’ê diyar kir ku 3 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrişa dewleta Tirk a qirker a li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Fermandariyê diyar kir ku êriş saet di 12:10'an li navenda Şengalê li ser rêya Sûka Kevn li dijî wesayiteke wan hatiye kirin.

Hate ragihandin ku êriş bi balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker hatiye kirin û li ser encamê êrişê ev agahî hate dayin:

"Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd ketin. 3 sivîl bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û MÎrza Alî birîndar bûn."

Fermandariyê diyar kir ku êrişa îro ne ya destpêkê ye û destnîşan kir, dewleta Tirk bi van êrişên faşîst û qirker hewl dide civaka Êzidî qir bike, êrişê dibe ser mafê xweparastin û xwerêvebirinê ya Êzidiyan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirk beriya niha bi sê salan Mam Zekî Şengalî bi heman rengî şehîd xist û îro jî bi heman armancê êrişî Seîd Hesen kir.

Têkildarî kesayet û têkoşîna fermandar Seîd Hesen ev agahî hatin parvekirin:

"Hevalê Seîd ji bo gelê me yê Êzidî xwe bi rêxistin bike, bi salan pêşengî kir. Ji bo gelê me karibe xwe biparêze bi erka fermandariyê rabû. Ji fermanê û vir ve li dijî her cûre êrişan her tim li eniya pêş bi rola esasî tevgeriya. Ji bo karibe êşa gelê me yê Êzidî li qada siyasetê nîşan bide bû zimanê gelê xwe. Ji bo parastina Êzidiyan bû hêza baweriyê ya gelê xwe."

YBŞ'ê destnîşan kir ku xwîna fermandarê wan Seîd Hesen wê li erdê nemîne û heta têkçûna faşîzma dewleta Tirk wê li ber xwe bidin.

Fermandariya YBŞ'ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi hezaran şervanên Seîd wê bi rola fedayîtiyê tevbigerin û bang li civaka Êzidî, gelê Kurd û mirovên bi rûmet kir ku li hemberî êrişên faşîst dengê xwe bilind bikin û xwedî li şehîdan derdikevin.

Di dawiyê de hate gotin, "Soza me ya ji bo Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa ew e ku em ê Şengal a azad, demokratîk û xweser ava bikin û gelê xwe biparêzin. Li ser şopa şehîdan em ê serketinê misoger bikin."