YBŞ’ê bi berxwedaneke mezin êrîşa DAÎŞ’ê şikand

Du şev saet 00:00 li gundê Helluş ya girêdayî Mediban ya bi ser bajarê Şengalê ve çeteyên DAÎŞ’ê xwastin êrîşê gelê vê heremê bikin. Hêzên YBŞ’ê bi bersivdayînekê mezin ev êrîş şikandin.

Weke tê zanîn ev demek in çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xwe li ser devera Baac, Tilefer, Rabia, Kerkûk, Diala û Mûsûl jî kiribûn. Ji ber vê jî hêzên YBŞ’ê li gor her rewşê amedekariyên xwe kiribûn. Duh şev derdora saet 00.00 hêzên YBŞ’ê lê devdorê gundê Hellûş ya girêdayî Medîban tevgerek ferq dikin û dikevin nava tevgerê. Hêzên YBŞ’ê dibînin ku komeke çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê ketiye nava liv û tevgerê. Li ser vê hêzên YBŞ’ê vê koma çeteyan dixe kemînê.

Di navbera şervanên YBŞ û çeteyan de şer derket û heta saet 04:00’ ê sibehê bi dijwarî berdewam kir. Piştî ku hêzên YBŞ’ê di her aliyan de li DAÎŞ’ê xistin, çete neçar man birevin.

DAÎŞ cara duyemîn seat 05:50’de dîsan bi 4 wesayîtên bombebarkirî xwestin êrîş bikin. Bi lêdana hêzên YBŞ’ê ve, wesayîtek ya çeteyan bu hedefa şervanan. Dema hêzên YBŞ’ê xwestin vê wesayîtê kontrol bikin, tê ferqkirin û ku wesayît bombebarkirî ye.Bêriya ku ev wesayîta teqemeniyê bigêhêje encamê, hêzên YBŞ’ê li vê wesayîtê dixin û diteqînin. Ev şer heta seat 07:00’ê sibê berdewam dike.

Piştî şer hêzên YBŞ’ê û hêzên ku li herêmê weke Artêşa Iraq’ê bi awayê koordineyî li gundên vê herêmê operasyonek dan destpêkirin. Li gorî agahiyên me ji herêmê girtin ev operasyon neqediya ye û berfirehtir berdewam dike. Ji bo ku aqîbeta her 3 wesayîtên bombebarkirî diyar bibe.

Bi giştî di van şeran de ti zerer û ziyan ne gîhişt hêzên YBŞ û gelên heremê. Di derbarê kuştî û birîndarê çeteyên DAİŞ’ê de jî ti agahiyek zelal nehatin bidestxistin.

Tikildarî encamên operasyona hê jî didome wê bi dawî bûna operasyonê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re bê parvekirin.