YBŞ: Dewleta Tirk 2 caran êriş kir, tiştek bi hevrêyên me nehatiye

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku dewleta Tirk a dagirker vê sibehê 2 caran êrişî wesayiteke hêzên wan kiriye û diyar kir, ku tiştek bi hevrêyên wan nehatiye.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê li ser êrîşa vê sibehê ya dewleta Tirk a dagirker agahî da.

Fermandariyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û qirker 2 hefte ne li ser qadên wan balafirên bêmirov ên bêçek û biçek digerîne û got, "Îro saet di navbera 09:30-10:00 de du caran bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî wesayiteke me kir."

Fermandariyê ragihand ku di vê êrîşa hewayî de tiştek bi hevrêyên wan nehatiye.

'BI ÊRIŞAN DIXWAZE PÊŞÎ LI VEGERA ŞENGALIYAN BIGIRE'

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê bi vî rengî dewam kir:

"Dewleta Tirk ya dagirker û qirker li ser herêmê û gelên Rojhilata Navîn êrîşên xwe yên hovane dewam dike.  Bi taybetî li hemberî civaka me ya Êzidî û gelên herêmê bênavber di pozîsyoneke êrîşkar de ye û bi şêwazên cûda êrîşê me dike. Piştî Şengal a qedîm ji çeteyên hovane hate rizgarkirin şûn ve dewleta qirker a Tirk rêbazên xwe yên êrîşê guhert û balafirên bêmirov û biçek her tim li hemberî gelê me bi kar anî. Diyar e ku dewleta dagirker a Tirk bi van êrîşan dixwaze cihê ku çeteyên DAÎŞ'ê nîvco hiştiye temam bike. Bi vê helwesta xwe ve ji roja fermanê heyanî roja îro bi rêbazên tirsonek, bêexlaqî û dijî mirovahiyê êrîşî gelê me dike. Bi van êrîşan jî dixwaze di nav gelê me yê Êzidî yê de ku di van rojan de vedigere ser xaka xwe tirs çêbike, bê îrade û bê nasname bihêle.

'LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û QIRKERIYÊ DIVÊ GELÊ ME HER TIM RÊXISTINBÛYÎ BE'

Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk plana xwe ya qirêj daye pêşiya xwe bi awayek heya jê tê hemû destketiyên gelê me û gelê heremê dide ber xwe. Ji bo wê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê bi çalak bin, helwestên xwe bi hêrseke mezin raber bikin. Divê gelê me li dijî dagirkerî û qirkeriyê re her tim bi rêxistin bin.

'JI BO TÊKOŞÎNÊ EM JI DOH BÊHTIR AMADE Û BI HÊZ IN'

Em car din soza xwe ya parastin û tolgirtinê di şexsê hemû şehîdên xwe û şehîdên komkujiyan de bi mezintirîn dubare dikin. Em ê heya kêliya dawî ya jiyana xwe li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di oxira wê de çi dibe bila bibe ji bo têkoşinê em ji doh bêhtir amade û bi hêz in."